Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pirmam pêşwazî Bayozê Brîtanya yê Iraqê Frank Baker û şanda pê rekir. Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û taybetî li ser pirsa referandumê û pêwendiyên Bexda û Hewlêr hate sekinandin.Herweha di hevdîtinê de behsa rewşa ewlehî ya Iraqê di qonaxa piştî DAIŞê de hate kirin. Ji aliyek din cureyên pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda û pirsa pêkanina referandumê di 25. Îlonê de hate zelalkirin.Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştiyê û dûr ji tundûtûjiyê bigihe mafê xwe û baştirîn pêwendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran hebin.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Balkêş e ?
Close