Kultur

Barzanî: Newroz cejina vejandina canê welatperweriyê ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê çejna Newrozê û sersala nû ya kurdî li malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê pîroz dike û dibêje ku Newroz cejina vejandinê û bihêzbûna canê welaparêziya neteweya kurd û gelê Kurdistanê ye.Ev li jêr teksa peyama serokwezîr:Bi minasibeta cejina Newrozê û sersala nû ya kurdî, ez pîrozbahiyê li yek bi yek malbatên serbilindên şehîdên Kurdistanê dikim ku bi xûn û mêrxasiya wan şehîdan, niha Kurdistan cejina serkeftin û têkşikandina DAÎŞ digêre.Ez, pîrozbahiyê li pêşmergeyên qareman, asayîş û hêzên navxwe û xwebexşan dikim ku bi hev re Kurdistanê diparêzin. Pîrozbahiyê li karmendên Kurdistanê dikim ku bi xweragirya xwe hêz bi gel û hikûmeta Kurdistanê daye.Ez, cejina Newrozê li neteweya kurd û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim, ew cejina bi dirêjahiya dîroka Kurdistanê, hevdem digel nûbûna xwezayê, bûye roja nûbûna canê niştimanperweriya kurdan, ji ber vê yekê, bi rastî, Newroz ji bo kurd û Kurdistanê cejina nûbûnê bûye. Ez, pîrozbahiyê li hemû wan gelên deverê dikim yên ku cejian Newrozê digêr in, hêvîdar im, ji bo hemûyan, cejina pêşkeftin û zêdetir aramiyê be.Di Newroza îsal de, raste hêşta gelek ji xelkê devera Şingalê di destê DAÎŞê de mane, heta niha jî bandora şer û asewarên şerê DAÎŞê bi ser gelê Kurdistanê de mane, hêşta giraniya kirîza êkonomî bi ser Kurdistanê de maye, lê bi xebatên bê hempa, bi berdewamî xûşk û birayên me yên êzidî ji bin destê DAÎŞê tên rizgar kirin, serkeftina pêşmerge gelê Kurdistanê weke miltekî parêzerê azadî û buhayên mirovatiyê bi hemû cîhanê nasandiye, îradeya xelkê Kurdistanê û karkirina hikûmetê bi berdewamî ji bona çaksazî û reorganîzekirina karûbarên hikûmetê, hevbeşî karkirin digel saziyên navdewletî, hêviyeke bi hêz ji bona bidawîanîna hemû kirîza û pirsgirêkan dibexşe.Di Newrozê de, di pîroztirîn roja Kurdistanê de, ez, daxwazê ji hemû aliyên Kurdistanê dikim ji bona parastina hemû destkeft û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê, dengên xwe bikin yek daku bikarîn bi awayekî lihevtêgihiştin û aştiyane hemû pirsgirêk û nakokiyên navxwe, firehêzî û binpêkirina serweriya xak û hikûmeta Herêma Kurdistanê bidawî bînîn.Ez, hêvîdar im bi dilkî pir xweşî û geşbînî cejina Newrozê li gel xêzan ûezîzên xwe pîroz bikin û bi parastina jîngeh û xwezayê Kurdistanê, dostayetî û xweşewîstî xwe digel xwezayê ciwanê Kurdistanê nîşan bidin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê20.03.2017

Balkêş e ?
Close
Back to top button