PolîtîkVîdeo

Barzani: Prosesa serxwebûnê prosesekî aştiyaneye

Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya Sigmar Gabriel Cîgirê Şêwirmend û Wezîrê Derveyê Almanya û şandekî li gel kir ku ji Rînhold Rob Endamê Parlemena Almanya û Frans Joseph Kirêmp Balyozê Almanya li Iraq û Mark Ekhorn Konsolê Almanya li Hewlêr û hejmarek berpirs û şêwirmendên Wezareta Derveyê Almanya pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Almanya spasî gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku şerê terorîstan kirine û cîhanê parastine, her wiha pesnê xweragirî û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ya li vê şerê da kir û pêzanînên xwe jî ji bo azayetiya Pêşmerge li şerê dijî terorîstan da hebû. Tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan berdewam dibe li meşq û rahênana Pêşmerge û gihandina pêdiviyên pizîşkî û her wiha paqijkirina navçeyên azadkirî ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan.Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku yarmetîder û piştevanê gelê Kurdistanê ne li şerê terorê û li gotara xwe de behsa êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê û xweragirî û qurbanîdanên Pêşmerge ya li şerê terorîstan da kir.Li beşekî dinê civînê de rewşa meydanî ya operasyona azadkirina Musilê û qonaxa piştî Da’îş û gef û giriftên wê qonaxê nirxandin.Paşaroja Herêma Kurdistanê û referandûm mijareke dinê vê hevdîtinê bû û bi dûr û dirêjî behsa dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê ya li sed sala derbasbûyî de kir û Serok Barzanî wê yekê xisterû ku proseya referandûm ji bo eweye ku cîhan raya Kurdistaniyan ya di derbarê paşaroja Kurdistanê de bizanê û tekez li wê yekê kir ku proseya serbixweyî ya Kurdistanê proseyekî aştiyane û li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê dibê û bi navê rêgirtina li serhildana kêşe û giriftane.Piştî vê civînê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Almanya li civîneke rojnamevaniyê da naveroka civînê ji bo saziyên ragihandinê xisterû.Ji bo temaşekirina civîna rojnamevaniyê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin.

Back to top button