Hevpeyvîn

Barzanî sedemên êrîşên DAÎŞ bo ser Kurdistanê aşkere dike

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di civîna xwe ya digel kesatiyên wîlayeta Duhokê behsa sedemên êrîşên DAÎŞê bo ser herêma Kurdistanê dike û dibêje ku, êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser Kurdistanê ji bona wê yekê bû ku, rê li pêşiya pirosesa serxwebûna Kurdistanê bigirin û rê nedin deverên Kurdistaniyên derveyî îdareya  herêma Kurdistanbê vegerin bo ser herêma Kurdistanê.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 25ê vê mehê li bajarê Duhokê digel kesatiyên bajêr civiya û di civînê de axaftinek pêşkeş kir û behsa rewşa herêma Kurdistanê û şerê dijî DAÎŞê kir.

Di axaftina xwe de serok Barzanî got:

Êrîşên terorîstan bo ser herêma Kurdistanê ji bona wê yekê bû ku, rê li pêşiya pêngavên Kurdistanê ber bi pêşkeftin û serxwebûnê bigirin û herwesa ji bona wê yekê bû ku, bi rêya leşkerî deverên madeya 140ê ji Kurdistanê dabirin û rewşekê feriz bikin û nehêlin ew dever vegerin ser îdareya herêma Kurdistanê, ji bona vê armancê DAÎŞê êrîşên hovena dest pê kirin. Lê dijminî pêşbîniya wê yekê nekir ku, cîhan dê di hewara Kurdistanê bê û Pêşmerge dê bi wê mêrxasiya xwe bereveniyê ji Kurdistanê bike.

Serok Barzanî got ku, divê hemû aliyek rêzê li îradeya xelkê Kurdistanêî bigirin û çênabe tu kes û aliyên din li şûna xelkê Kurdistanê biryar bidin. Parlamentoya Kurdistanê biryara referendomê daye û ew pirosese berdewame û tu bûyer û guhertin nikarin rê li pêşiya wê pirosesê bigirin.

Back to top button