Êvariya roja sêşem 17.11.2015 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ji bo serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyona azadkirina Şingalê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û sersamiya xwe jî bi qehremanî û azayetî û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan da nîşanda.Her li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka wê yekê dûpatkir ku welatê wan palpiştîkirin û yarmetîdan û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de berdewam dibê.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Balkêş e ?
Close