PolîtîkVîdeo

Barzani û Yildirim piştî civînê axivin

Piştî hevdîtina navbera serokê Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiye de dawî hat, Barzanî û Yildirim konferansek çapemiyê li darxistin û behsa naveroka hevdîtinê kirin . Herweha bersiva pirsên rojnemevana dan.Serokê Kurdistanê da xuyakirin ku, sardana serokwezîrê Tirkiye ya Kurdistanê girîng e. Barzani got: Em ji bo pişgiriyê spasiya gelê Tirkiye dikin. Ev serdan ji bo herêma Kurdistanê girînge.Barzani di berdewamiya axvtina xwe de got: Em hêvidarin di hemû warîde hemahengiya me pêşde biçe.Yildirim di axavtina xwe de got: Ez bi hatina Hewlêr gelekî keyfxweşim. Serdana 23-24 tebaxê gelek girîn bû.Li himber kudetaya Tirkiye serdanek gelek bi wate bû. DAIŞ, PKK û him jî FETO ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, pirsgirêka Iraq û Sûriyê ye jî. Naveroka serdana mej i du xalên girîng pêktê. 1- Têkoşîna li hember terorîzmê 2-Pêwendiyên aborî.Berdewamiya axavtina xwe de Yildirim got: Li vê derê ji bo Mûsilê operasyon tê kirin, ji aliyê din ve Tirkiye li Sûriyê li dijî DAIŞê operasyonê dike. Armanca me têkbirina DAIŞê ye, ku ev rêxistin bûye belayê serê gelên herêmê û cîhanê.Serokwezîrê Tirkiye behsa PKKê jî kir û got: Çalakiyên PKKê yên li hember Tirkiyê nayên qebûlkirin. Em qebûl nakin PKK ber bi Şingalê ve belav bibe. Ev pirsgirêka Tirkiyê, vê herêmê û Iraqê ye. PYD û YPG girêdayê PKKê ne ji bo her çalakiyeke xwe navekê li xwe dikin.Yildirim di derbarê pêwendiyên navbera Tirkiye û Hewlêr jî got: Ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî li gel Hewlêrê dê di meha Çileyê de korbendek bê sazkirin.Yildirim ji bo daxitina dibistanên cemaeta Gulen spasiya hukumeta Kurdistanê kir.Yildirim dawiya axavtina xwe de kurdî axivî ûgote “zor spas“.https://www.youtube.com/watch?v=5mifqjz6R2A

Back to top button