PolîtîkVîdeo

Barzani:Pêwîste em vegerin raya xelkê

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davosê beşdarî paneleke taybet bi rewşa Iraq û Sûriyê bû û ragihand, heta pirsgirêkên taifî çareser nebin aramî çe nabe. Herêma Kurdistanê piştevaniya gelê Kurd li Sûriyê dike. Derbarê îdareya nû ya Amerîkî de jî Serok Barzanî da zanîn, ew îdare zêdetir piştevaniya Pêşmerge û artêşa Iraqê dike ji bo rûbirûbûna gefa terorê.Pêşeroja MûsilêSerokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, pêwîst e Mûsil piştî DAIŞê bê birêvebirin, ku şaşbûnên berê dubare nebe û hemû mafê pêkhateyan li xwe bigire.Barzanî: “Bi dilniyabûn proseya rizgarkirina Mûsilê bi du qonaxan wek rêkeftina li ser hatiye kirin ji aliyê Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya di 17 Cotmeta 2016an dest pê kir û Pêşmerge karî hêla bergîriya DAIŞê têk bişkînin, ku bû sedem ku artêşa Iraqê bipêş veçûnê bike bo rizgarkirina Mûsilê.”Herwiha Barzanî got: “Operasyona qonaxa yekem serkeftî bû û di 27 meha Mijdarê bidawî bû. Piştre artêşa Iraqê li gor hatiye dariştin dest pê kir û serkeftineke mezin bidest xist û aliyê çepê yê Mûsilê hate rizgarkirin.”Barzanî got jî: “Min hewl da ji destpêka danîna plana leşkerî ve, planeke siyasî jî ji qonaxa piştî DAIŞê re hebe, em rêkeftin ku komîteke pilebilind di navbera Hewlêr û Bexda de bê avakirin bo çareserkirina pirsgirêkên ku derkevin pêşiya me. Pêwîst em vegerin raya xelkê navçê û rapirsî bê kirin, ka ew çi biryara çi didin û divê rêz li biryara wan jî were girtin, çi wek bajarê Mûsilê û wek parêzgeha Neynewayê, ji ber ku taybetmendiyeke wê heye û gelek meziheb, ol û netewe tê de dijîn.”Îdareya nû ya AmerîkaSerokê Herêma Kurdistanê ragihand, pêşbîn dikin wezîrê nû ya derve yê Amerîka guhartinên mezin di siyaseta derva ya Amerîka de bike. Herwiha îdareya nû ya Amerîka zêdetir ji îdareya berê girîngiyê bide şerê terorê û hevkariya Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û artêşa Iraqê dike.Çarenivîsa Kurd li SûriyêSerokê Herêma Kurdistanê ragihand: Ez piştevaniya wê bijardeyê dikim, ya ku gelê Kurd li Sûriyê piştevaniya wê dike û ligel aliyên din li ser li hev dikin. Ez bi navê wan naxivim, lê rêzê li biryara wan didim.Herwiha Barzanî da zanîn, me pêşwaziya zêdetir ji 300 hezar penaberên Sûrî kiriye û dixwazin di demeke zû de aştî li Sûriyê çê bibe û xelkê vegere mal û milkên xwe.Pirsgirêkên taifî aramiyê têk dideSerokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, pêwîst e kar bo çareserkirina ji bingehê de ji pirsgirêkên olî, mezhebî, taifî û netewî li Iraq û navçê were kirin, heger ne, navçe aram nabe.Barzanî got jî: Pirsgirêk û milmilaneya olî, mezhebî, taifî û netewî li Iraq û Sûriyê hebûna xwe heye û ev rastiyek e, zehmet e bilez bê çareserkirin, lê pêwîst e kar li ser were kirin, da çareseriyek jê re were kirin, heger na, ev du welat aram nabin.https://www.youtube.com/watch?v=YaWbI1_6Thg

Back to top button