Cîhan

Basek wergeriya 13 kes mirin

Li Tirkiye vê sibehê basek ya rêwiya wergera ûdi encam de 13 kesî jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn.Li gora medya Tirkî radigihêne basek ji Enqere serdana bajarê Bursayê dikira. Dema gihat Eskişehîrê Bas ji rê deket û wergeriya. Di encama vergerandinê de 13 rêwiya jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndarin.Piştî barina berfê li gelek devera bûyerên hatûçûyînê li Tirkiye Kurdistana Bakur gelek zêd bûne. Dema rê diqerisin ev bûyer pêktêne. Sedemek jî ewe ku pêdiviyên zivistinê ji bo weseyeta kar naynin.  Gelek kes ziviztanê lastîkên zivistanî bi kar naynin.

Back to top button