Nûçeyên Kurdistanî

Baştirîn wefa ji bo şehîdên me serxwebûna gelê Kurdistanê ye

Baştirîn wefa ji bo şehîdên me serxwebûna gelê Kurdistanê ye

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera 29emîn komkujiya Helebceyê de, wek wefadariyekê ji giyanê şehîdan û qurbaniyên kîmyabaranê, ligel poleke ji Pêşmergeyên Kurdistanê rawestiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wêneya xwe ligel poleke Pêşmereyan li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir û nivîsî:

“Di gel polek Pêşmergeyên qehreman, Di salvegera kîmyabarankirina Helebçe hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê. Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serbixweyiya gelê Kurdistanê ye.”

Di 16 Adara 1988an, rêjîma Beis ya Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir, di encamê de 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

 

Nerîna min :