Civak

Baştirîn wefa ji bo şehîdên me serxwebûna gelê Kurdistanê ye

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera 29emîn komkujiya Helebceyê de, wek wefadariyekê ji giyanê şehîdan û qurbaniyên kîmyabaranê, ligel poleke ji Pêşmergeyên Kurdistanê rawestiya.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wêneya xwe ligel poleke Pêşmereyan li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir û nivîsî:“Di gel polek Pêşmergeyên qehreman, Di salvegera kîmyabarankirina Helebçe hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê. Baştirîn wefa ji bo şehîdên me azadî û serbixweyiya gelê Kurdistanê ye.”Di 16 Adara 1988an, rêjîma Beis ya Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir, di encamê de 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn. 

Back to top button