CivakVîdeo

Bawerî yan xwelîserî!

Nivîskarê Kurd Hoşeng Osê li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek ku, madya PKKê di derbarê Abdullah Ocalan de çêkirî li gel helbestekî belav kiriye.

Di rastiya xwe de ev vîdeo gelekî balkêşe û gerek her kurdek, kesayetek siyasî dema berê xwe bide vê vîdeoyê, bizanibe ka bi navê baweriyê bi zanebûn û bi projeyên dewletên dagirker hizra kurda çikas kirine di bin terorê de û ev milet çikas cahil hiştine û çewe bûne astengek mezin di rêya belavbûna bîr û baweriyên neteweyetî yê de.

Mimkine gelek kes bêjin Apocitî wehaye û guh nedin van cureyên vîdeoyan. Lê ew kes bi rastiyê de xwe dixapînên û xetera li pêşiya windabûna kurda paşguh dikin. Propagande û dezenfarmasyona medya PKKê bê sinore. Derewa dikin, bêbextiya dikin, komploya dikin her cureyê xirabiya ku tê milê wan dikin. Lê gelo di vê derbarê de, ewên çavên xwe li vê xirabiya miletê Kurd tê kirin digrin ne ji PKKê gunehbartirin, ne ji wê jina ku, dibêje: Apo Xwedaye!cahiltir û nezantirin?

Heta ku niştimanperwerên Kurd rastiya heyî nebînin û bi mejiyê dubendiya gundan nêzî pirsgirêkan bibin dê rewş xirab be.

Ji Bo Ibret:

Vîdeo ya ku hatî belavkirin û helbesta Hoşeng Osê li ser vê vîdeoyê:

Back to top button