Civak

Newroza HDPê ne Newroza Kurda ye, Baydemir xelkê dixapîne

Li Bakurê Kurdistanê û taybetî li Diyarbekirê  bi alozî hewlên pîrozbahîya Newrozê têne dayîn.Partiya Maf û Azadiya (HAK-PAR) xwest li Diyarbekir Newrozê pîroz bikin. Lê Waliyê Diyarbekir izna pîrozbahiya Newrozê neda HAK-PARê.HDP û PHD izna Newrozê girt û li Diyarbekir Newrozê pîroz dikin.Lê Newroz çewe bi çi hestî ji aliyê HDPê ve tê pîroz kirin kifşe. Li kolanên Diyarbekir otomobilên HDPê digerin û bangî xelkê dikin ku tevlî Newrozê bibin.Osman Baydemir berdevkê HDPê di daxuyaniyekî dide Rudawê û dibêje: Em wek HDP bangawaziya hemû aliyan dikin werine ser xeta Newroza 2013an û bila şer rawest e.Baydemir berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje:  “Bi rêya Rûdawê ez bang li hemû Kurd û Kurdistanê dikim, Newroza 2017an mîladeke mezin e, zilm û zext û zordarî çareserî nîne. Newroza Amedê ne tenê Newroza HDPê ye, ne tenê yê DBPê ye, ne tenê yê KCDê ye, yê hemû Ala Rengîn û yê Kurdên cîhanê ye.”Daxûyaniya Baydemir balkêşe lê ewkas jî ne raste. Heta ku Baydemir behsa sedemên qedexekirina pîrozbahiyên Newrozê li Rojavayê Kurdistanê neke û wê yekê şermezar nekê di derbarê Newroza Diyarbekir de çi bêje derewa dike.Baydemir behsa Ala Kurdistanê dike, lê logoya Newroza Baydemir de Ala Kurdistanê tuneye. Behsa nirxek netewî nayê kirin.Newroz Diyarbekir ne Newroza Kurdaye. Newroza wane ku hemû nirxên kurda û Kurdistanê inkar dikin.Pêwiste  li Bakur, li Başûr û Rojhilat qedexekirina Newroza Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve bê teşhir kirin û şermezar kirin.Gelo HDPê di vê derbarê de çi dibêje ?HDP bê qeyd û şert pişgiriya hemû biryarên çekdarên PYDê dike .HDP û PKK behsa faşîzma Tirkiye û “AKPê “ dikin. Lê bila bizanibin ew faşizim ji demokrasiya PYDê ya Rojavayê Kurdistanê gelek pêştire.

Back to top button