Nivîsar

Bayê kur û Kurdên bakur herdu rawestiya ne

 Bawerê Omerî[email protected] Li welatê me , Kurdistan“ xwezayeke pir xweş heye, her çar demên salê bi rengekî xwezayî bi dû hev de tên, û jîngeha vî welatî jî pêre tête guheritin, di her sê mehên payîzê de, hêdî hêdî bayê kur yê hênik ji çiyayên Kurdistanê têt, di her sê mehên çile de jî hêz û vîzevîza sira wî bayî dighêje pileyên bilind, wê çaxê hemû tiştên hûr li ser zemînê li ber xwe dibe, pileya sermê pir bilind dibe, pêre jî pelên dara zer dibin û tênê weşandin, mirov û lawir û cinawer ji ber serma sira wî bayî û seqaya nû nema dikarin pir ji mal û cîhên xwe derkevin derve, ev guhertin dibe nîşana nakokiyên demên salê di nav germ û sermayê de, herçiqas ev bayê kur bi hêz be, ewqas jî buhara bi dû ve têt, xwezayeke xweş û dewlemend bi xwe re diafirîne,bi hatina wê re, jiyan ji nû ve dest pê dibe, xweza bi rengên cûr bi cûr tête xemilandin, aferîdeyên zindî jî bi wê xwezayê şad dibin.Van çend salên dawî xuya ye, ku di gelek demsalan de ev bayê kur rawestiya ye û nema sira wî têt, ti amadebûya mehên payizê û çile, ji bo jiyanek nû nebû û nemaye, ew jî ji van sê mehên buharê xuya dikin, û ji ber ku sira wî bayê kur nemaye, welatê me bûyê mîna wan welatên berê, yên beriya sedsalan bi daristan û gulistan û zevî û dehil bûn, lê kuliyan êrîşî wan kiribûn û berhemên wan jî şût û rût kiribûn û buhabûnê li wan serî hildabû.Ji sedsala panzdeha ve ta roja îro, gelek guhertinên mezin di nav dewleta Osmanî û Tirkiyeya niha û Kurdistana bakur de çêbûne.Di pirê caran de bijarteyên Kurda dikarînbûn, li dijî desthilatdariya Osmanî û Tirkiyeyê bi serhildan û şoreşan rabin, lê mexabin, ku hemû jî ne serkeftîbûn, ji ber ku xap û rîpên rejîmên Tirk pir bûn, bi hêza xwe ya leşkerî û abûrî û têkiliyên navdewletî, ji bijarte û tekoşer û şoreşvanên Kurd pêşketîtir bûn.Gerek e bê gotin, ku tevî wê lawaziya piştgiriyê ji şoreşvanên Kurd re jî, beşekî pir hindik ji miletê Kurd bi neteweya xwe ve li Kurdistana bakur girêdayî bû, timî jî ew beşê hindik bûn, yên ku bi wan serhildanan radibûn, bi girtin û zindankirin û windabûna wan xweşmêran re miletê Kurd qelenekî pir buha dida.Di wergerandina sala 1980 î de, ya ku serleşker Kinan Evrên li Tirkiyeyê û Kurdistana bakur pê rabibû, paşê ragihandina partiya karkerê Kurdistanê (Apoçî) di sala 1984 a de şerê çekdarî li dijî dewleta Tirkiyê, wêrankirin û şewitandina pirtir ji pênc hezar gund û koçberkirina pirtir ji 6,000000 Kurd li Kurdistana bakur, kuştina pirtir ji sed hezar Kurd û Tirk, piştî sala 1991 ê guhertina desthilatdariya Tirkiyeyê û hatina rejîma Mislimanên oldar, wergerandina vê dawiyê, ya xwedêgiravî li dijî serûkê dewleta Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan û desthilatdariya wî rabibû, destwerdan û beşdarbûna hêzên leşkerî yên Tirk di şerê navxweyî de li Iraqê, Sûriyeyê, Kurdistana başûr û rojhilat û başûrê rojava, alîkariya rejîma Tirkiyê di dagîrkirina Kerkûk, Xaniqîn, Mûsil û Şingalê de, û dawî piştgiriya rejîma Tirk ji Biraderên Misilmanan û Erebên suna re li Sûriyeyê û rojhilata navîn, û alîkariya wê bi endamên dewleta islamî re, wan guhertin û bûyeran ji wê demê ve ta roja îro gelek guhertin di nav dewleta Tirkiyê û Kurdistana bakur û rojhilata navî de çêkirine.Di nav Tirkiyeyê û hemû dewletên hemxakê wê de nakokiyên pir mezin hebûn û ta niha jî hene, lê careke din pir pir mexabin, ku bijarte û partî û komeleyên Kurd liKurdistana bakur nikarîbû, kar û sûdeyê ji wan guhertinan bikin.Wekû em dibînin ta roja îro rojhilata navîn li ser volqanekî mezin rûniştî ye, lê em çibikin? Deng ji partî û komele û rewşenbîrên Kurdên bakur nayê, nikarin bi erkên xwe yên neteweyî rabin, dema doza mafên xwe jî dikin, ji devêla, ku li ber dergehê dezgeh û balyozxane û qunsilîxaneyên dewleta Tirk nerazîbûna xwe bidin xuyanîkirin, ew di lîzgeheke gogê de, yan jî li bajarekî, ku ti dezgehên dewleta Tirk li wir tune ne xwepêşandanên xwe dikin û helkeftinên xwe bi bîr tînin, xuya ye rejîm û partiyên desthilatdar in li Tirkiyeyê di rêka çeteyên xwe de, bêrîk û çavên gelekan ji van rêxistin û komeleyan bi bertîl û pereyan kor kirine, û dawî ti bandora wan di çareserkirina pirsa kurdî de nehiştine, ji ber wilo jî gelek ji Kurdên bakur gihane wê asteyê, ku di rêka polîs û hêzên ewlehî û leşkeran de gilî li hev dikin, û doza zeviyekî, xaniyekî, firoşgehekê, daristanekê û bênderekê li meriv, gundî, xuşk û birayên xwe dikin û bi zora dezgehên dewletê ji hev distînin.Pir mexabin, ku Kurdên Kurdistana bakur niha bi vî şêweyî danûstandinê bi hev re dikin.Tevî ku hinek partiyên Kurdistana bakur hene, dixwazin di rêkên aştiyane û yasa û destûra aniha de li komara Tirkiyeyê heye, kar û xebatên xwe bikin, ji bo mafên gelê Kurd bi dest bixin, pir mexabin, ku ew jî ta niha nikarin di vî warî de gavên bi hêz bavêjin, ji ber ku dostên wan di nav komara Tirkiyeyê de û li derve jî pir kêm in, ji lewra bandor û dengên wan pir nayên bihîstin.Di roja îro de ji sedî not û heyşt ji Kurdên bakur pişta xwe bi ewlehiya rejîma Tirk xurt dikin, wan welatê dê û bav û bavpîrên xwe ji bîr kirine, ji tirsa ewlehiya rejîma Tirk nema di civatên xwe de diwêrin bi hev re bi zimanê kurdî bipeyivin.Pirtir ji 30,000000 î ne, lê deng ji wan nayê, rejîma Tirk di rêka oldaran de û germkirina li dijî doza miletê Kurd, ev hejmara pir dîl kirine, dermanê hemû tiştî ji wan re amadekiriye, ew jî çandina heşîşê, kirîn û firotina çeka, bazirganiya efyonê û avakirina mizgeft û kerxaneya ye,Ji berhemên herî serkefti jî yên rejîma Tirk, ku bi rêka beşekî pir mezin ji miletê Kurd dike, dûrbûna vî miletî ji doz û pirs û mafên wî yên neteweyî ye, ew jî bi bawermendiya oldarî ya vala miletê Kurd xistiye xefik û dafên xwe de.Hemû miletê li cîhanê xwe bi neteweya xwe şahnaz û serbilind dibînin, hejmarek pir ji Kurda li Kurdistana bakur dema yekî Tirk nêzîkî wan rûniştîbe, ew jê ditirsin û fedî dikin, ku bi zimanê xwe bipeyivin, dema tu ji wan bipirse, çima hûn li ber Tirkan newêrin bi kurdî bipeyivin? Dibêjin:“Yaho! Abê, berjewendiyên me bi wan re hene, wê ziyan bighêje karê me, ha!“.Ragihandina dewleta Tirk ya derewîn, çavên miletê Kurd li Kurdistana bakur kor kiriye, tevî ku ev ragihandina wan jî dûrî rastiyê ye, baweriya Kurdên bakur tenê bi nûçeyên wê têtin, ev ragihandin di rêka weşanên xwe de nerîn û raman û daxwazên pûç yên bê wate pêşkêşî temaşevanên xwe dikin, dawî daxwaza pêşî û dawî jê ew e, ku miletê Kurd dûrî pirsa xwe ya neteweyî bibe, Kurdên bakur jî bi weşan û belavkirina vê ragihandinê pir kêfxweş in.Rojekê em li şînekê li bajarê Qamişloka paytext li tara Hilêliyê rûniştî bûn, mirovek xwedêgiravî layingirê partiya karkerê Kurdistanê (Apoçî) bû, li ser kar û kiryar û mûçe û çek û pereyên, ku rejîma Tirk dide Qûrûçiyan diaxifî û pêre jî pesnê wan dida, rabû min ji yê li kêleka xwe re got: Heyran!, hingî vî ciwanmêrî li ser xweşiya, ku ev Qûrûçî têde ne axivî, wê bike, ku em tev rabin û îşev xwe li vê têla sînor bixin û herin li Kurdistana bakur bibinQûrûçî, ji kerema xwe ka bêje wî, bela li ser babeteke din bipeyive, wê evaya bi van axaftinên xwe gelekan ji rê bibe.- Bi Xwedê, rast e.Çawa wî biraderî ev daxwaza min jêre got, yê din gotina xwe birî û nema li ser wê babetê axivî.RejîmaTirk bi hêza xwe ya lêşkerî, her kêlîk û demjimêr û roj êrîşî bajar û gund û şervanên Kurd li Kurdistana bakur, başûr, rojhilat û başûrê rojava dike, heya li dewletên Ewropayê jî karên gefdariyê (Teroristiyê) li dijî miletê Kurd dike, encama vî gef û fortên wan gelek çalakvan li derveyî Tirkiyê û Kurdistanê bi dizî bi destê ewlekariya rejîma Tirk pakerewan bûne, lê rojekê jî ev 30,000000 Kurd deng ji wan nayê, tu dibê ev êrîş û ferman li welatên Somal û Bangladêşê têtin kirin, kêf kêfa wan e, şefeq û sibeh û nivroj û êvar û bi şev, karê wan çûna mizgefta ye, ev nîşana wê yekê ye, ku wan di jiyana xwe de gelek karên wêran bi xelkê kirine, li wir xwe nêzîkî Xwedê dikin ji bo ku li wan û karên wan yê pîs û kirêt bibûre.Li Ewropayê pirtir ji 5,000000 Kurd hene, pirên wan Kurdên Kurdistana bakur in, tevî ku hejmarek baş ji komele û rêxsitinên rêzanî jî di nav wan de hene, rojekê jî ev hejmara pir li devê dergehên dezgeheke rejîma Tirkiyeyê bi xwepêşandanekê ranebûne, timî çavên wan li Kurdên Kurdistana başûrê rojava ne, ku bi wî erkî rabin, ev hejmara pir ji Kurdên bakur ji bo piştgiriya Kurdên parçên din re jî dernakevin çalakî û xwepêşandanan, ku hatin û piştgirî jî kirin, yek e ya dudo ne û yan jî sê kes tên, wek mêvanan li wan çalakiyan amade dibin.Hêjaye, ku mero bêje, heval û layigerên partiya Karkerê Kurdistanê (Apoçî) ji bo rizgarkirina serûkê xwe birêz Ebdelahê Ocelan û birêz Selahedîn Demirtaş bi dehênçalakî û xwepêşandana radibin, lê ew jî bê sûde ne, ji ber ku pirê xwepêşandanên wan di kolanên dewletên Ewropayê de, ne li cihê dezgeh û xwediyên biryarê têne li darxistin, şaştiya herî mezin jî ew e, ku ev birader dikin, dema naçin wan çalakiyan li ber dergehê dezgeh û nivîsgeh û baliyozxane û qunsilîxaneyên rejîma Tirk nakin, ev jî cihê pirsê ye, çima ev birader nikarin her çend mehan berê çalakiyên xwe bidin ber dergehên dezgeh û nivîsgehên rejîma Tirk li Ewropa û hemû cîhanê?Ev hejmara pir ji miletê Kurd li Ewropayê û hemû cîhanê, sûdeya wan ne li gor hejmara wan e, vêca di nerîna min de, çi Kurdê li sirgûnê û der bi der be, nikaribin rojekê li dijî kiryarên rejîma Tirk rawestin, nerazîbûna xwe bidin xwiyanîkirin û piştgiriya miletê xwe nekin, ti cûdabûn di nav wan û Qûrûçiyan de tuneye.Ji lewra rejîma Tirk pir bi kêf e, dema dibîne, ku ew dikare bi hezara gund û bajarên Kurda wêran bike û malbatên Kurda qir bike, û ti kes ji vî 3,000000 î dengê xwe nake.Dawî ji pêvajoya vê bê dengîyê, ya di van salên bûrî de diyar dibe, ku bayê kur û Kurdên bakur herdu jî rawestiyane.Vêca çi çaxî û kengî wê sira bayê kur careke din bi hêz bibe û hemî tiştên hûr li ser zemîna Kurdistanê li ber xwe bibe? Gelo çi çaxî û kengî wê Kurdên bakur hişê wan bête serê wan û bi erk û rola xwe ya newetewî rabin û bizanibin, ku gur ketiye nav pezê wan de û kulî jî ketine nav zeviyên wan de?Wê çaxê tenê, hêvî û xwezî û dewleta Kurdistanê dibin rastiyek.13.11.2017 

Back to top button