Civak

Bazên xwebexş ahenga serxwebûna Kurdistanê pêkanîn

Duh êvarî, li Hewlêr parka Şanîder fêstîvalek ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi rêve çû. Festîval ji alîyê grubeka bi navê Bazên Xwebexş ve hate encamdan. Balla Hadî serperiştyarê grûba Bazên Xwebexş ji BasNewsê re axivî û got; “Em hinek gêncên xwebexşî kurd in armanca me hişyarkirina hemû kesî ye bo proseya referandumê biçin û di van rojên dîrokî de dengê belê bo serxwebûnê bidin. ‘’Herwiha Balla Hadî, amaje bi wê çendê jî kir ku îro yekem roja çalakiya wan e û di siberojê de dê çalakiyên wan berdewam bikin. Herwiha dê hewl bidin li bajar û bajarokê din ê Kurdistanê jî çalakiyên wisa pêk bînin.Di roja 07.06.2017an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel nûner û hizbên siyasî yên Herêma Kurdistanê kom bibû û û di wê civînê de biryar hatibû stendin ku di 25 Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê, bajarên Kerkûk û navçeyên kurdistanî referandoma serxwebûnê bê encamdan.

Back to top button