Teknîk

Bazirganiya Kurdistanê li gel Tirkiye û Îranê bilindtir dibe

Wezareta Bazirganiya Herêmê li van heft mehên derbasbûyî de zêdetirê 3 milyar dolar danustandina bazirganiyê li gel Tirkiye û Îranê de hebûye û şêwirmendekî Wezaretê jî wiha bawere ku li sala 2014 an de ew danustandin heta 12 milyar dolaran bilind dibe.

Fethî Mihemed Şêwirmendê Pêwendiyan Cemaweriya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ragihand ku li van heft mehên derbasbûyî de qebareya danustandina bazirganiya Herêmê li gel Tirkiyê 2 milyar û 370 milyon dolar û li gel welatê Îranê jî nêzîkî yek milyar dolar bûye, eve jî ji bilî li neft û berhemên neftiyan bûye. Her wiha eşkere jî kir ku heta salekî din ew danustandina bazirganî heta 12 milyar dolaran bilind dibe. 

Fethî Mihemed got ku heta niha 2 hezar û 552 kompanyayê biyanî û 16 hezar û 29 kompanyayên xwemalî hatine tomar kirin, her wiha 2 hezar û 730 kargeh li hemû sekteran de li Herêma Kurdistanê kar dikin û kargeh jî taybetmendin û zêdetirê wan li warên pîşesazî û bînasazî û kertên çandinê ne.

Her wiha got ku hinek ji wan welatan jî daxwaza muhleta bazirganiyê kirine û hinek jî wekî mîrnişînê Dubeî, muhlet bi wan hatiye dayîn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button