Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzani: Em hêvî dikin PKK Şingalê vale bike,hebûna wan li deverê pirsgirêkên hestiyar li gel xwe dertêxe holê

Beşa farisî ya televîzyona BBC hevpeyvînek li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkanî û di vê hevpeyvînê de çend pirsên derbarê şerê dijî DAIŞê, herêma Kurdistanê û peyvendiyên Bexda û Tirkiyê, bi dîtina herêma Kurdistanê ve nêrînên xwe aşkera kirin. Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotûbêja xwe de derbarê teqîna pêş binkeya polîtburoya HDK li Koyê pêkhat de dibêje: ‘’Me her di roja yekê de ew teqîn şermezar kir û herkes û aliyekî li pişt wê êrîşê be kareke xirap û kareke qirêj kiriye û em wan êrîşane wek êrîşên li dijî xwe pênase dikin. Herwaha got: ‘’Gumanek zêde heye ku Îran li pişt wê teqînê be, lê ti belgeyek di dest de tineye.’’ Derbarê pirsgirêka Şingalê û hebûna hêzên PKKê li wan deveran de jî bersiva peyamnêrê BBC da û ragehand: ‘’Birayên me dema berî çend sal li Kobanê rastî pirsgirêka şerê DAIŞê hatin, me hêza Pêşmerge bo alîkarî û piştevaniya wan rêkir û dema Kobanê hate azad kirin û metirsiya DAIŞê nema daxwaz ji me kirin ku em hêzên xwe paşde bikêşin, me jî ew kar kir, naha jî em heman bendewariyê li PKKê dikin, raste hêzên kurd ên Kurdistana rojava di alîkariya kurdên êzdî de xwedî roleke giring û berçav girtin serxwe û em spasiya wan dikin û lê em hêvî dikin wê deverê vala bikin, hebûna PKKê li Şingalê alîkariya seqamgiriya herêmê nake û li herêmê pirsgirêkên hestyar li gel xwe derdixe holê.’’ Di bersiva pirsekê de ku dibêje Murat Karayilan gotiye ew mijûlê vekişîna hêzên xwe ne ji wê herêmê, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Heta naha bi kiryarî ti pêngavek bo çûna derve ya hêzên wan li Şingalê nehatiye avêtin û hêvîdarim wî karî bikin.’’ Derbarê pirsgirêk û astengiyên di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistana rojava û herêma Kurdistanê de jî serokwezîrê herêma Kurdistanê got: ‘’Em wek herêma Kurdistanê tenê yek daxwaza me li partiya desthilatdar a Kurdistana rojava dikin, hemû alî li gel gotûbêjê bikin û bigehin encamekê, ew ti izin û derfeta çalakî û karên siyasî bi ti partî û aliyeke din ê rojava nadin û siyaseteke wek dîktatorî dane berxwe. Sînorên me bo pirsa mirovî û alîkariyan vekiriye, lê dibe ku em pêşî li birina çek bigrin, lê em vê dawiyê mijûlî hin gotûbêjanin, ka bi çi rêyekê ve em dikarin vî sînorî bêhtir vekirî bihêlin, ji ber berjewendiya hemû aliyekê de ye. Di berdewam goteyên xwe de û derbarê krîza siyasî ya herêma Kurdistanê û astengiyên li pêş kar û çalakiyên parlamentoya herêma Kurdistanê de jî got: ‘’Dema ku karê parlamentoya Kurdistanê hatî rawestandin heta naha, tişta herî serekî li herêma Kurdistanê ji bo me şerê li dijî DAIŞê bûye, ji ber DAIŞ heta 35 kîlometreyan hatibû pêş û nêzîk Hewlêrê bibû, em naçar bûn di navbera xirab û xirabtir de yek ji wan helbijêrin, ku me jî xirabî helbijart, lê mixabin bo aliyên din ên li qada siyaseta Kurdistanê de ew tişta serekî pir ne giring bû, lê naha nêrîna tişta serekî ya me bûye vegera parlamentoye û dest bikarkirina parlamentoyê ye. Êdî ji naha û pêde hewldanên me li gor vê birêve diçin, ka çawa dikare pirsgirêk û nakokiyên siyasî emê çareser bikin.’’Di beşeke din ê derbarê navçeyên Kurdistanê yên dervey rêveberiya Herêma Kurdistanê de jî ku li gel Bexdayê pirsgirêke, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Bê guman piştî nemana DAIŞê em her di wan navçeyan de dê bimînin û bi ti awayekê em xwe venakşînin, lê mana me bi danûstandin û gotûbêjên li gel Bexdayê ve dê bibe, di operasyona azadkirina Mûsilê de me piştî 25 salan izin da hêzên Iraqê ku di nav axa Kurdistanê de derbas bibin û dest bi operasyona Mûsilê bikin. Çend sal berî naha kesê bawer nedikir ev yek pêkbê, em li gel Bexdayê alîkariyeke baş ji hev re bikin.’’ Di bersiva pirsekê de ku berpirseke heşdî şeibî bi aşkerayî gotiye ku ‘’Pêşmerge bo Iraqê ji DAIŞê metirsîtire de serokwezîrê herêma Kurdistanê ragehand: ‘’Em rêzek mezin bo xebat û şehîdên heşdî şeibî digrin, wan roleke giring di şerê dijî DAIŞê de girtne serxwe, lê divê piştî şerê DAIŞê rêber û rêveberên şîe fikirandinekê li ser rêxistina xwe bikin. Ew pir serbixwe û bê ser tevdigerin, ew divê nû de bên sererast kirin û bikevin bin çavdêriyê, heger na dê paşerojê de bibin çavkaniya pirsgirêk û nakokiyan.’’ Derbarê pirsa hebûna hêzên Tirkiyê ya li Başîkê û nakokiyên di navbera Bexda û Enqerê de jî got: ‘’Li ser bingehê wan peyvendiyên kûr ku me li gel her du aliyan jî hene, me karî alîkarbin bo hevdîtina rayedarên bilind ên Iraq û Tirkiyê, Tirkiye hest bi nîgeraniyên Bexdayê dike, lê heta naha ti demekê û rêkeftinek bo çûna derve ya hêzên Tirkiyê di nav axa Iraqê de nehatiye diyar kirin, lê Tirkiye ew yek qebûl kiriye ku di vî alî de gotûbêjan berdewam bike, ku bigehin encamekê.’’ Şerîf Felah/BasNews 

Back to top button