Cîhan

Bedilê Incirlik dibe Larisa

Rojnameya Amerikan Wall Street Journal (WSJ)nûçeyek weşand û dide xûyakirin ku, piştî oloziyên di navbera Amerika û Tirkiye destpêkirîn, Amerika behtir girîngiyê dide bengehên xwe yên li Yunanistanê. Amerika dibêje Yunanistan nêzikî Suriye û pêşerojê de dikare rewşa Yunan arikariya gelek tiştan bike.Li gora pisporên siyasî didin xûyakirin, rewşa pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê giringe, gelek welatên di nava NATO yê de ji helwestên Tirkiye ne razîne. Ji bo vê metirsiyek gelek welatan re ji bo Tirkiye peyda bûye.Herweha eve demeke Amerika li balafirxaneya leşkerî ya Larisa destkariyek mezin kiriye û vê derê dike bingehek gelek girîng.Berpirsên Amerikî didin xûyakirin ku, ew li Yunan çi bikin dê karê wan li Incirlik berdewam be û pêwendiyên li gel Yunanistan û xebata leşkerî tu cara dê ne li ser hesabê Tirkiye be.

Back to top button