Malper | Bedirxan | Xelata Selah Sadalah li ser Zaxoyiyan tê belavkirin

Xelata Selah Sadalah li ser Zaxoyiyan tê belavkirin

Hevjîna Selah Sadallah Sînemxan Celadet Bedirxan ragihand ku ev xelat ji hêla malbata nivîskar û ronakbîrê Kurd Selah Sadalah ve dê li rêwresma bîranîna wî de bête belavkirin.

 

 

Sibê 27.10.2011 xelateke zêrîn a salane bi navê nivîskarê navdar ê Kurd Selah Sadalah dê li ser behremendên bajaroka Zaxo bête belav kirin.

Hevjîna Selah Sadallah Sînemxan Celadet Bedirxan ragihand ku ev xelat ji hêla malbata (Keç (Dilnaz) û  Kurê wî (Azad)) nivîskar û ronakbîrê Kurd Selah Sadalah ve dê li rêwresma bîranîna wî de bête belavkirin.

Bedirxan da zaîn ku îsal du pirtûkên Sadallah ku heta niha nehatibûn çapkirin (Birîna Reş bi kurdî û Erebî) û (Kurdistan Divided Nation Of The Middle East) bi Ingilîzî û Erebî dê li rêwresmê de bête belavkirin û çendîn behremendên di warê wêje, stran û muzîk, şano û sînemayê yên li Zaxo dê xelata Selah Sadalah werbigrin.

Her wiha Bedirxan got Xwedê jêrazî Sadallah raste hez ji hemû bajar û bajarokên Kurdistanê dikir, lê belê ji ber ku Zaxo li cem wî ciheke xwe yê taybet hebû ji bo wê yekê jî em vê rêwresma bîranînê li Zaxo li dar dixîn xelata wî ya îsal dê bi tenê li ser behremendên Zaxoyiyan ve bê belav kirin. 

 

Selah Sadallah yek ji nivîskarên pir bi berhemdarê Kurde ku di 15/11 1930-ê de li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Rewandiz, Dihok, Mûsil û Portsmouthê bi dawî aniye. Wî nêzîkî 20 kitêban ji zimanên cuda cuda wergerandine. Sadallah her wiha çendîn kitêb nivîsandine û ferhengeka mezin ya Îngilîzî-Kurdî bi navê »Ferhenga Selaheddîn«î çêkiriye û çapa wê ya yekê di sala 1998-ê de li Bexdayê belav bûye. Selah Sadallah hevjîna Sînemxan keça Celadet Bedirxane û wan keçek bi navê Dilnazê û kurek bi navê Azad heye. Ew li roja 18/10 2001-ê de xatira xwe ji hezkirên xwe xwest û li Zaxoyê hate veşartin.


 

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Zana: Pirsa kurd nabe bibe qurbana çend dengan

Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê namzetên xwe yên Diyarbekir dan nasandin. Ji namzetên blokê Leyla Zana bibîrxist ku berî 17 salan jinavbirin û înkar hebû ...



Îro roja bîranîna nivîskar Selah Sadallah e
  Selah Sadallah yek ji nivîskarên pir bi berhemdarê Kurde ku di 15/11 1930-ê de li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Rewandiz, Dihok, ...
Li Hewlêrê Civîna Ferhenga Mîr Celadet Bedirxan
Rojeva Kurd: Li roja 23.01.2010 an li hola Rewşenbîrî ya Fransî, dê ji aliyê Sînemxan Mîr Celadet Alî Bedirxan û bi hevkariya Navenda Çandî û ...
Îro roja bîranîna nivîskar Selah Sadallah e
Selah Sadallah yek ji nivîskarên pir bi berhemdarê Kurde ku di 15/11 1930-ê de li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Rewandiz, Dihok, Mûsil û Portsmouthê bi dawî aniye. Wî nêzîkî 20 kitêban ji zimanên cuda cuda wergerandine. Sadallah her wiha çendîn kitêb nivîsandine û ferhengeka mezin ya Îngilîzî-Kurdî bi navê »Ferhenga Selaheddîn«î çêkiriye û çapa wê ya yekê di sala 1998-ê de li Bexdayê belav bûye. Selah Sadallah hevjîna Sînemxan keça Celadet Bedirxane û wan keçek bi navê Dilnazê û kurek bi navê Azad heye. Ew li roja 18/10 2001-ê de xatira xwe ji hezkirên xwe xwest û li Zaxoyê hate veşartin....
Bîranînên Selah Sadallah li gel Rewşen Bedirxan (Video)
Nivîskarê Kurd Selah Sadallah behsa bîranînên xwe yên li gel Rewşen Bedirxan dike ...
Bîranînên Selah Sadallah li gel Rewşen Bedirxan (Video)
Nivîskarê Kurd Selah Sadallah behsa bîranînên xwe yên li gel Rewşen Bedirxan dike ...