Dosya

Belgename: Hêza Heyder Şeşo ser bi Heşdî Şaibî ye

Ew hêza ji êzidiyênŞingalê a bi seroaktiya Heyder şeşo  hatiye pêkanîn ser bi Hesşdî Şeibî veye û budceya xwe ji Îraqê werdigirin û bi nameyeke fermî serokwezîrê Îraqê 3 milyar dînar ji wan re şandine.

Malpera NRT ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, belgenamyeke weşandiye ku, tê de diyar dibe hikûmeta Îraqê nêzîkî 3 milyar dînar ji wê hêza êzidiyan re şandiye û ew pere bi ser çekdaran wê hêzê de hatiye dabeşkirin û her yekî 825000 dînar wergirtine.

Serokatiya Heşdî Şeibî ku, serokwezîrê Îraqê serokatiya wê hêzê dike, di roja 06.12.2014ê de nêzîkî sê milyar dînar ji bo wê hêza êzidiyan a bi serokatiya  Heyder Şeşo hinartine û li gor wê belgenameyê Murad Şero Selman, Cemîl Xanim Cumer û Ebdulkerîm Yusif Hena li Duhokê ew pere wergirtine.

Weke tê zanîn berî çend rojekna Asayîşa herêma Kurdistanê berprisê wê hêzan êzidiyên Şeingalê a bi navê (Hêzên Parastina Şingalê) Heyder Şeşo binaçkiriye û serokatiya herêma Kurdistanê ni daxuyaniyeke xwe de diblje ku, rê nadin tu hêz derveyî wezareta pêşmergeyê Kurdistanê li herêma Kurdistanê bêna vakirin.

Back to top button