Cîhan

Berendamê Bahçelî Erdogan e

Serokê MHPê Devlet Bahçeli , civînek li gel berpirsên medya Tirkî kir û di civînê de behsa stratejiya partiya xwe kir. Gelek pirsên cuda ji Bahçelî hatin kirin. Bahçelî armanca partiya xwe vekirî eşkere kir.Bahçeli da xûyakirin ku ewê di hilbijartinên sala 2019ê yên serokkomariyê de tu kandîdata dernayêxin û ew bi xwe jî nabe kandîdat.  Bahçelî got: Emê wek partî bikevin hilbijartinên parlementoyê. Lê emê di hilbijartinên serokkomariyê de pişgiriya Receb Tayip Erdogan bikin.Tifaka ku MHP û AKP bike gelek tê gotubêj kirin. Gelek kesayetên siyasî dibêjin ku AKP naxwaze li gel MHPê tu hevkariyekî bike, dê ev yek zererê bide AKPê.Eger AKP bi vê stratejiya xwe ya Îro heyî û bi vê siyaseta Erdogan rêve dibe hevkariyekî li gel MHPê bike zererê dide AKPê û taybetî dengên AKPê di nava kurdan de kêm dibe. Alîgirên MHPê jî bi germî li hevkariya herdu partiya narênin.Di gilbijartinan de ihtimala mezin ewe ku MHP ji benda ji % 10ê derbas nake û nakeve parlementoyê de. Lê li gel AKPê tifaqê bike dikare bikevê parlementoyê de. Ji aliyek din ve destûra Tirkye ya niha heyî rê nade tifaqa partiyên siyasî di hilbijartinan de. Divê ev benda destûrê bête guhertin , ji xwe MHP jî vê dixwaze.

Back to top button