Nivîsar

Berpirsiyarî û erka welatî û neteweyî di vê qonaxê de..

Berpirsiyarî û Erka Welatî û Neteweyî Di vê Qonaxê De: Ji Referandûma Serxwebûna Kurdistanê Re Piştgirî Ye…

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Mirovatî, bi çêbûna mirovan dest pê dike.

Mirov, bi serê xwe nikare jiyane bidomîne.

Mirov, hewcedarî mirovên derveyî xwe ye.

Loma jî Mirov, di nav xwe de civat çê dikin. Ew civata ji bona ku hevûdu fahm bikin, ji bona xwe ziman çê dikin. Bi zimanê xwe çandê ava dikin. Bi danûstandina xwe ji bona xwe edebê û exlakê çê dikin. Tore û edetan çê dikin.

Mirov, dema civat çêkir, ji bona mirov maf û berpirsiyarî tê rojevê.

Mirov, di despêkê û pêşî de li hemberî malbata xwe berpirs dibe. Ji bona ku malbata xwe pêş bixe berpirsiyariyên tîne cî.

Di malbatê de jî li hemberî jin û mêr, zarokan berpirsiyarî çê dibe û parve dibe.

Malbat, gundan, gund bajerokan, bajerok bajaran, bajar jî welatekî çê dike.

Mirov, bes li hemberi malbat û zarokên xwe ne, di hemandem de li hemberî gundê xwe, bajarokên xwe, bajararên xwe; bi taybetî jî li hemberî welatê xwe berpirs dibe.

Divê berpirsiyariyên xwe li hemberî welatê bi cî bîne.

Mirov, ji malbatê dest pê dike, heta miletbûnê gelek rengan civata çê dike. Li hemberı van civatan jî berpirs e û divê berpirsiyariyên xwe bîne cî.

Mirov li hemberı, gundiyên xwe, eşîreta xwe, bajerokên xwe, bajariyên xwe, di encamê de li hemberı gel û miletê xwe berpirs e; divê li hemberî miletê xwe berpirsiyarî û erkên xwe pêk bîne.

Bi taybetî jî di jiyana mirovatiyê de civata en bilin mirov çê dike, Milet e.

Milet, di nav dîrokeke dûrûdirêj, ji aliyê mirovatiyê ava bû.

Milet, bû xwediyê zimanekî standart û çandeke pêşketî.

Milet ji bona ku jiyana xwe bidomîne, ji bona xwe û bi xwe re li hevkirî, rêxistinek keşif kir û çêkir.

Rêxistina Milet ya pêşketî û komple û bilind jî, DEWLET e.

Loma jî, ji bona ku dewletên xwe yên milî ava bikin, xebat kirin û têkoşîn meşandin.

Yanî ji bona mirov, berpirsiyarî û erka dewletavakirinê hat qeda jiyana mirovatiyê.

Loma jî mirovan ev berpirsiyarî û erka xwe pêk anîn.

*****

Nûha li dinyayê 200 dewletan zêdetir dewlet hene.

Li dinyayê miletê bê dewlet û bi serhejmar mezin bes miletê kurd e.

Loma jî berpirsiyarî û erka kurdan û Kurdistaniyan hîn zêdetir e.

Lewra miletê me di navbeyna çar dewletên kolonyalîst de parçe bûye.

Miletê me mecbûr bûye ku li çar dewletan jiyana xwe bimeşîne.

Miletê me, li çar dewletan (li Tirkiyeyê, li Îranê, Li Sûriyeyê), ji hemû mafên xwe yên milî yên kolektîf bêpar e. Hemû mafên miletê me li van dewletan hatine xesip kirin.

Bes li Iraqê miletê me, xwediyê mafên milî ye. Li Kurdistanê bi awayê federeyî desthilatdar e.

Miletê me li Başurê Kurdistanê xwediyê meclîsa xwe, hikûmeta xwe, dadgehên xwe û hemû dezgehên din yên milî ne.

Partiyên Kurdistanê bi azadî kar dikin û hikûmet in.

Li Kurdistanê hemû kêmnetewe (Suryanî, Keldanî, ermenî, ereb, cuhî, tirkmen) xwediyê mafên xwe yên milî ne.

Kurdistan jî, ji aliyê çar dewletan de hatiye beş kirin. Kurdistan, li sê beşan ji statuya klasîk ya kolonyalîst û xerabtir xwediyê statuyekê ye.

Kurdistan li sê beşan di bin îşgala dewletên kolonyalîst de ye.

Ew rewşa miletê kurd û Kurdistanê, ji bona hemwelatiyên Kurdistanê û kurdistaniyan berpirseke mezin û erkeke dîrokî derdixe pêş.

Mirovên xwediyê dewlet, xwediyê berpirsiyeriyeke cûda ne.

Ev mirovan, ji bona dewleta wan demokrat bibe, bibin xwediyê rejîmeke demokrat û modern, ji bona ku hemû maf û azadiyên mirovî bikeve bin garantiya peymaneke civakî û makezagonê, ji bona ku welatên wan ji aliyê civakî û aborî û hiqûqî de pêş bikeve xebat dikin û berpirsiyariyê pêk tînin.

Berpirsiyariyên mirovê kurd û kurdistaniyan ji mirovên ku xwediyê dewlet in, cudatir û zehmettir e.

Loma jî berpirsiyariya kurdan ji zaroktiyê de dest pê dike.

Zarokan kurdan dema ku dest bi dibistanê dikin, bi rastiya kolonyalîzmê û qedera miletê xwe ya xirab re raste rast rû be rû dibin.

Wê demê dibînin ku nikarin bi zimanê xwe bi mamoste û bi berpirsiyarên dibistanê re biaxivin. Beriya wê jî dema derdikeve kolanan dibînin ku li kolanan polîs û eskerên biyanî yên bi zimanê wî qise nakin, hene.

Ji wê demê de zarokên kurdan dizanin ku welatê wan di bin dersthilatdariya dewletên biyanî de ye û miletê wî ne azad e û ji hemû mafên xwe yên milî bê par e.

Fahm dike ku miletê wî/wê xwediyê dewlet nîne.

Ew di welatekî hatiye dagirkirinm û îlxakkirin de jiyana xwe didomîne.

Wê demê erka welatî û neteweyî derdikeve pêşiya wî.

Erka azadiya miletê xwe û serxebûna welatê xwe, dewletavakirinê derdikeve pêşiya wî.

Wê demê ew fahm dike ku ew zarok û mirovê miletekî bindest û ne xwediyê dewlet; welatekî dagirker e.

Loma jî ev erk û wezîfeya welatî û neteweyî, ji bona mirovê kurd, ji zarokatiyê de dest pê dike.

Divê her kurdek jî ev erk û wezîfaya xwe pêk bîne.

Loma jî dikeve hepisê û işkence dibîne û ceza digre û tê kûştin.

Li hemû parçeyan hemû seruven heye.

Li hemû parçeyan tekoşîna milî û xebata serxwebûna Kurdistanê di gelek qonaxan re derbas bûye, hatiye vê merheleyê.

Li Hemû beşan li hemû qonaxa têkoşîna milî erk û wezîfeyên mirove kurd cihê bûn. Her kesî gor qonaxa tevgera milî tê re derbas dibû, erk û wezîfeya xwe pêk anî.

Ew seruvana di vê qonaxê de li Başûrê Kurdistanê hatiye ciyekî girîng.

Li Başûrê Kurdistanê ev avayî ya federe ji bona ku bibe dewleteke serbixwe, pêvajoyekê dest pê kiriye.

Ji bona serxwebûn û dewleta Kurdistanê avakirin, biryara referandûmê hatiye dayin.

Ev biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê, bi qedere hemû beşên Kurdistanê û kurdên dinyayê re eleqeder e.

Ji bona vê jî, referandûma serxwebûna Kurdistanê di vê qonaxê de rojeva her kurdekî ye.

Lewra referandûma serxwebûna Kurdistanê dema ku serkeftî bû, qedera hemû beşên Kurdistanê û kurdan dê bigûhere.

Loma jî erk û berpirsiyariya welatî û neteweyî di vê qoxnaxê de, ji referandûma serxwebûna Kurdistanê û dewletbûna Kurdistanê li Başûr re piştgirî kirine.

Amed, 03. 08. 2017

Back to top button