Polîtîk

Bexda destûr cîbicî neke dê berê xwe bidin Serxwebûnê

Amerîka û welatên Ewropî zextê li Bexdayê dikin ku, ligel Herêma Kurdistanê dest danûstanê bikin û daxwaz dikin  ku destûr bi temamî cîbicî bike. Siyasetmedarên Kurd jî dibêjin, eger Bexda destûr cîbicî neke, Kurdistan dê dîsa berê xwe bide pêngava serxwebûnê.Wezîrê Derve yê Amerîka Rêk Tîlersn ragihandiye ku welatî wî piştgiriyê li nemana aloziyan û destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, ew jî li gorî destûrê Iraqê. “Ew destûrê ku qet bi temamî nehatiye cîbicîkirin.”Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebû Bekir Karwanî derbarê wê yekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka dema guvaşê li Bexdayê dike ji bo destpêkirina diyalogê, di heman demê de guvaşê dike ji bo cîbicîkirina tevahiya birgeyên destûrê Iraqê, di nav de jî madeya 140.”Ebû Bekir Karwanî wiha got: “Cîbicîkirina destûrê Iraqê ji aliyê Bexda ve, tê wateya garantîkirina yekîtiya axa Iraqê. Eger destûr bi temamî cîbicî nebe û pirsgirêkên Kurdan çaresernebin, dê Kurd careke din berê xwe bidin serxwebûnê.”Ji aliyê xwe ve, Çavdêrê Siyasî Azad Tofîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha ji hemû cîhanê re eşkere bûye ji ber ku destûr nayê cîbicîkirin Kurd dixwazin ji Iraqê cuda bibin, lewma jî ev piştevaniya niha ya civaka navdewletî bo Kurdistanê pir girîng û baş e.”Azad Tofîq wiha got: “Dema Wezîrê Derve yê Amerîka daxwaz dike ku destûrê Iraqê bê cîbicîkirin, tê wateya cîbicîkirina madeya 140, ku ev jî li cem Kurdan pir girîng e û destê Bexdayê li dijî Kurdistanê dibire.”

Back to top button