Cîhan

Bexda rê neda wezîrê Belçîkayê

Hikûmeta Iraqê rê neda ku Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê serdana  Kurdistanê bike.Medyaya Belçîkayê eşkere kir ku Wezîrê Parastinê yê Belçîkayê Steven Vandeput dawiya meha borî xwestiye ku ji bo ‘Christmas’ê serdana leşkerên wî welatê yê li Herêma Kurdistanê bike. Lê belê Bexdayê rê nedaye ku ew wezîrê were Kurdistanê.Hat gotin ku Vandeput jî li ser vê yekê aciziya xwe aniye ziman û gotiye ku ew ê bi rêya dîplomasiyê helwesta xwe li hemberî Bexdayê diyar bikin. Herweha hate zanin ku ji bo vê babetê wezereta derve ya Belçîka bangî balyozê Iraqê kiriye û agahdarî jê xwestine.Leşkerên Belçîkî ji bo rahênana hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê, li Herêma Kurdistanê ne.

Back to top button