Nivîsar

Bi çavên bêbexta şirove nayên kirin

 Cîhan hemû dizanê ku kurd li Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçin. Ev pêvajoyeke. Lê hinek aliyên siyasî yên ku xwe kurd dihesibînin bi israr naxwazin vê yekê tê bigihin û propagandeyên derew ku di xizmeta dijmin de ne dikin.Li Bakurê Kurdistanê medya Tirk gelekî bandora xwe li insana dike. Heta radeyekî bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin bi dezenfarmasyona medya Tirkî têne nirxandin.Roja 31.10. 2017ê serokwezîrê Tirkiye di parlementoyê de, civina gruba AKPê de axavtinek kir û got: Ji vê gavê pê de deriyê Brahim Xelil di bin kontrola hukumeta nawendi ya Iraqê de ye û em hêdî li gel wan muamelê dikin. Li himber vê televizyona Rûdawê ji deriyê Brahim Xelil weşana rastexwe kir û got derî di bin kontrola hukumeta Kurdistanê de ye. Gelek kesan bi telefonê pêwendi li gel xelkê rojane diçin Başûr û têne danin û dan xûyakirin ku tu guhertin li deriyê Brahim Xelil nebûye.Lê hinek aliyan bi israr ev gotina serokwezirê Tirkiye û nûçeyên medya Tirkî wek çavkanî girtin û ev xebera derew belav kirin.Ji aliyê hinek siyasetan ve ev yek bi zanebûn tê kirin û di bin zihniyetek zingargirtî de dijitiya serxwebûna Kurdistanê dikin.Bê guman hinek medya li ser PKKê ve û Pukmedya jî heman propagande bi zanebûn kirin.Lê mixabin li himber wan aliyên ku bi zanebûn dezenfarmasyonê didin û li dijê destkeftiyên Kurdistanê dixebitin, bedilek ku bikaribe vê yekê berteraf bike tuneye.Li Bakurê Kurdistanê hinek kurd ku berê Hewlêr wek meke ya xwe didîtin, dema ji Brahim Xelil derbas dibûn Alayên Kurdistanê bedena xwe dikiran û bi tenê ji bo berjewendiyên xwe pêwendî li Kurdistanê re hebûn, niha çi dikin? Li himber van bûyeran çikasî dengê xwe bilind dikin ? Gelo bo serê xwe êxistina di nava teşkên xwe de û bê dengin?Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di pêvajoya referandumê de li dijê serok Barzani zimanê kolana karanî. Erdogan hinek kurdên ku ji bo xwe akilmendên kurda dihesibîne wexwandin Enqere û li gel wan civînek kir. Erdogan di civînê de cardin bi zimanek xirab behsa serok Barzani kir. Li dijê referandum û serxwebûna Kurdistanê agir ji devê xwe barand. Ew kesên di civîna Erdogan de amade bûyin, hinek ji wan pêwendî Kurdistana Başûr re jî hene û heta hinek ji wan aligirên hinek partiyên kurdin li Bakur. Li himber heqaretên Erdogan serê xwe tewandin û ji heqareta Erdogan re li çepka xistin.Lê di heman demê de li Bakur gelek kurdên welatparêz bi hemû awayî pişgiriya helwesta dîrokî ya serok Mesud Barzani kirin û di vê derbarê de bi nivîs û gotinên xwe helwesta xwe ya welatparêzî dan xûyakirin.Siyaset bi melakî û rojane nayê kirin. Bê guman di siyaseta melakî de xeletî ne yakaliye. Lê mixabin, tişta ku bi hezaran kurdên welatparêz ji doza netewî sar dike ev siyaseta çewte.Barzani gavek dîrokî avêt. Ev gav bo sedem ku serxwebûna Kurdistanê kete rojeva cîhanê de. Mixabin xiyaneta ku di nav xwe de çebûyî hişt ku hinek destkeftî ji dest herin. Ev xiyanet xencerek bû li pişta miletê kurd ket.Li Bakur gelek behsa vê xiyanetê nayê kirin. Heta ev xiyanet nayê dîtin û li himber wê helwest nayê danîn, mafê kesekî tuneye nirxandina di derbarê referanduma Kurdistanê û helwesta Barzanî de bike eger pêşî behsa vê xiyanetê neke.Li Başûrê Kurdistanê prosesa serxwebûnê berdewam e. Pêşmergeyên qehreman bi mêranî xaka Kurdistanê diparêzin. Li himber hêzên artêşa Iraqê û milîsên Şîe û pasdarên Îranê sekinîn û ew di sengerên şer de şkinandin.Lê ewên ku dibêjin pêşmerge ji dev her tiştekî berdan û reviyane, bi awayekî şirîkatiya xiyanetê dikin. Ew jî şirîkê Pavel û Lahor Talabani ne.Bûyer û analîzek/Rojevakurd  

Back to top button