CivakPolîtîk

Bi hovitî Efrînê talan dikin

Piştî Artêşa Tirkiye li gel Milisên çekdarên bi nave Artêşa azad ketin nava nawenda Efrînê, çekdarên milisên artêşa azad  dest dizî û talanê kirin. Dikanên xelkê sivil yên hemwelatiyan vekirin û hemû talan kirin, ketin nava male hemwelatiyan her tişt birin , heta otomobilên hemwelatiyan girtin û birin.Efrîn ne tenê hate dagirkirin bi awayek hovane hate talan kirin û wêran kirin. Bê guman gelek behsa Efrînê tê kirin, lê tu kesek behsa berpirsên vê yekê nake. Heta hinek ji ENKSê spasiya hêzên YPGê dikin ku li Efrinê berxwe dane. Di bingehê xwe de, ev yek trajediya siyasî ya kurda ye. Lê di rastiya xwe de berpirsê dagirkirina Efrînê siyaseta PKKê bi xwe ye. Heta kurd rastiya xwe tênegihin, dê tenê behsa malwêrani û trajediya hatî sere wan bête kirin.Rastî dilê mirov li ser Efrênê xwîn digrî, lê her cara mirov dîmenên hovitiya milisên çekdar dinêre , siyaeta ji vêre bûyî Zemin jê lanet dike.  Efrîn Kurdistane, divê Kurdistanê li Efrinê xwedî derkevin, yên Efrînê weke Bakurê Suriye bi navdikin nikarin li Efrînê xwedî derkevin. Tenê li ser trajediya avakirîn siyasetê û propagandê dikin.

Back to top button