Civak

Bi niştimanperwerî serxwebûnê diyarî gelê Kurdistanê bikin

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, çawa Pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin, pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwestê jî li hember tevahiya metirsiyan rawestin.Herwiha di peyama Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat jî, pêwîst e aliyên siyasî yên Kurdistanê pêngavên xwe bileztir bikin, daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.Deqa peyama Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha ye:Sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li tevahiya aliyan pîroz dikimSersal û cejna netewiya Newrozê li malbetên serfiraz yên şehîdan, Pêşmergeyên leheng û qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya gelê berxwedêr yê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya cejneke xweş û karmeran ji wan re dixwazim.Niha ku dever di nava guhertinên bilez de ye, hêviya pêşerojeke geş bo gelê me ji me tê kirin, çawa Pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin her wisa jî lazim e tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwest, yek îrade û bi canê nîştimanperwerî û hezkirin ji xak û netew li hember tevahiya wan metirsiyan rawestin, daku bikaribin ew qonaxa han derbas bikin û bigehêjin bi xweziyên şehîdan ku xweziya sazmandehî kirina nîştiman û welateke serfiraz û bihêze û lazim e em jî bo vê yekê pêngavên xwe bileztir bikin, daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya dezgehên ewlekarî dikin, weke hertim hişiyar û çav vekirî bin bo dabîn kirina rewşeke aram û biewle bo tevahiya welatiyên hêja û birûmet û ew kesên ku jiber tundûtîjî û şerên deverên din berê xwe dane Kurdistanê.Şêwirmendê civata ewlekariya KurdistanêMesrûr Barzanî 20 Adara 2017

Back to top button