Nivîsar

Bi yekitîya netewî û demokratîk em dikarin

Bi yekitîya netewî û demokratîk em dikarin ji serîhildanên li Îranê feydê werbigirinLi Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê eve çend rojin, serîhildaneke balkêş rûdaye.Serîhildanan di destpêkê de zêdetir li bajarên Îranê weke prtotestoyên biçûk destpê kir, paşê li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn.Serîhildanên li îranê bi daxwazên baş kirina rewşa aborî ya gel destpê kir. Lê xwepêşander gelek dirûşmên ku li dijî Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê jî tînin ziman.Dewleta Îranê bi îmkanên petrol û xaza tebiî û bi çavlêgirtina Emerîka ya di dema Obama de, bûye Împaratorîyeke Şîe. Dewleta Îranê li Iraq û li Başûrê Kurdistanê, li Sûrîyeyê, Lubnanê, Yemenê û Qetarê û li gelek welatên din xwedîyê hêzeke mezin e. Bi armanca damezrandina ‘Hîlal a Şîe’ tevdigere. Bi dehan rêxistinên terorî xwedî dike, organîze dike. Dewleta Îranê ji alîyekî ve vê dike, lê li alîyê din jî gelê xwe di bin zilmê de , di bin hejarî û rewşa xerab de dinalîne,bi kuştin û zilmê mafên netewî û demokratîk yê miletê Kurd tune dihesibîne.Di merhaleya heyî de ev rewşa Îranê êdî ji bo Emerîka û dewletên mezin yên dixwazin li Rojhilata Navîn serdest bin, gihîştîye asteke xeter.Ev serîhildana ku li Îranê destpê bûye serîhildaneke rewa ya li dijî zilmê, li dijî hejarî û birçûbûnê, li dijî nehqîyê ye. Û şiklê rûdanan nişan dide ku serîhildaneke bêrêxistin e, serîhildaneke spontane ya gel e û bi rêya medyaya sosyal a weke ‘rêxistineke ne dîyar’ belav dibe .Partîyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê piştgirîya xwe ji bo xwepêşanderan nîşan dan.Her çiqas ne dîyare ev serîhildana dê bigihêje çi encamê jî, helbete gaveke ku li dijî Rejîma Îranê ya Meleyan e, li dijî zilmê, li dijî neheqîyê ye û divê piştgirîya wê bê kirin.Lê belê, berîya her tiştî, em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne. Rûxandina rejîma zilimkar ya Îranê pir girîng e,ev daxwaz daxwaza her mirovekî azadîxwaz û demokrat e. Lê li gel rûxandina rejîma zilmê, bidestxistina mafên netewî û demokratîk yê miletê Kurd ji bo me rojev û armanca sereke ye. Tecrûbeyan nîşan daye ku, gelek caran rejîmên zilmê rûxa ne; lê miletê Kurd her bindest û bê maf maye.Tiştê ku dixuyî, ev serîhildan ne bi organîzasyona partîyekê, dezgeheke sivîl yan jî bi hevkarîya hinek partîyan li dar dikeve; tevgereke spontan a gel e û bi rêya medyaya sosyal belav dibe. Ev jî gelek pirsan bi xwe re tîne.Gelo hewildan û serhildaneke ne bi rêxistinî be dê bikaribe bigihêje encamekê ku rejîmê birûxîne? Gelo dibe ku Rejîma Îranê vê serîhildana spontan ji xwe re bike weke firsendekê ku, rê li ber guhertinên radîkal bigire û mixalefeta heyî ya bela vela ji holê rake, bişkîne? Gelo ma mimkune ku Rejîma Îranê yan jî beşek ji Rejîma Îranê bi xwe vê serîhildanê organîze dike ku, rê li ber serîhildan û guhertinên mezintir bigire yan jî li gorî berjewendîyên xwe pêşerojê dîzayn bike?Emerîka dibêje ’em piştgirîya gelê Îranê dikin’ , lê gelo gelê Îranê bi vê serîhildanê dê bi rastî jî çiqasî piştgirî û alîkarîya Emerîka û dewletên Rojavayê bikaribin bistînin? Serîhildaneke bê rêxistinî û bê organîze be, ma mimkune ku Emerîka bikaribe bigihîne encameke ku rejîmê birûxîne ?Gelo îro armanceke Emerîka ya ku bi rastî jî Rejîma Îranê birûxîne he ye?Îhtîmala ku beşeke ji Rejîma Îranê bixwaze feydê ji van serîhildanan bigire û dîzayneke nû bide Îranê jî divê meriv paşguh neke. Heger dîzayneke bi vî rengî hebe gelek zehmet e ku Kurd kazanc û destkeftinekê bidest bixin .Li gorî rewşa dixuyî, ev serîhildana rewa, ya li dijî zimê, ji ber ku ne bi rêxistine û ne xwedîyê piştgirîyeke navnetewî ya xurt e, îhtîmala ku ji alîyê Rejîma Îranê ve bê pelçiqandin ne hindik e; û her pelçiqandinek jî dikare hewldaneke nû ya li dijî zilmê bi salan bi paşve bixe, bibe sebebê şikesteke mezin. Mixabin helwesta Emerîka ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê,li Sûrîyê, li Rojavayê Kurdistanê û gelek deverên din ne cîhê bawerîyê ye ku meriv pişta xwe bidê û serîhilde. Emerîka dikare piştgirîyê bide vê serîhildana spontan, lê gava ku serîhildan şikest, dikare ne nedîtî jî bibe. Tecrubeyên heta nuha nîşan didin ku heger berjewendîyên Emerîka û Brîtanyayê li gel guhertinekê bin, dê rêyekê jê re bibînin û dê rêya guhertinê xweştir bikin. Na heger guhertin ne di berjewendîyên wan de be , heta bikaribin dê rê li ber bigirin.Em hêvî dikin ku Rejîma Îranê li himber vê serîhildanê paşde gavan bavêje, mafên azadî, demokrasî û edalaletê bi cîh bîne. Em hêvî dikin ku gelê Îranê û yê Rojhilatê Kurdistanê bi vê serîhildanê şikestekê nexwin û zerareke zêde nebînin.Ev serîhildana jî nîşan dide ku, demildest divê hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê hevkarî û tifaqa xwe bihûnin. Dikare gelek firsendên mezintir bê ber derîyê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo ku em bikaribin feydeyê ji van firsendan werbigirin gava yekemîn yekrêzî, tifaq û hemahengîya nav mala Kurd e.Donald Trump heta nuha li himberî Îranê sîyaseteke li gorî gotinên xwe yên ku anîbû ziman nemeşandîye. Sîyaseta heta îro her ew sîyaseta ye ku bermahîya sîyaseta Obama ye. Heger Trump li gorî gotinên xwe tevbigere, dikare gelek firsend bê ber derîyê me Kurdên li her parçeyên Kurdistanê jî. Lê tu firsend ji xwe ber nagihêje armanca xwe. Berîya her tiştî divê em bi xwe li holê bin, yekrêz bin, birêxistin bin, amade bin. Ji bo wê jî em bangî hemû partîyên Rojhilatê Kurdistanê dikin da ku yekitîya xwe ya netewî û demokratîk pêk bînin.Carina çirûskeke biçûk jî dikare daristanekê gişî bişewitîne. Heger em hebin, her çirûskeke bi mala xêrnexwazan ketîye dikare bibe destpêka azadîya gelê me, ya welatê me jî. 04.01.2018Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê 

Back to top button