Nivîsar

“ Bihişt ji bo deyûzan heram e “

 Zeynelabidîn Zinar[email protected]Ê GOTIYE:BIHIŞT JI BO DEYÛZAN HERAM ECarekê Cenabê Pêxember (xxl) di axaftineke xwe de gotiye: “Xwedayê mezin li raserê sivdera deriyê Bihiştê weha daye nivîsandin: ENTÊ HERAMUN ´ELED´D, EYYÛZÎ, angu tu li ji bo deyûzan heram î.” Yanî kesê ku deyûz be, naçe bihiştê. Bisilmanên guhdar, dema wê gotinê ji cenabê Pêxember bihîztine, tev ketine tavil û tirsê û li bendê mane ku şiroveya “deyûz”ê bête kirin.Di wê navê re bawermendekî pirsiye:- Ya Resûlullah “deyûz” çi kes e? Cenabê Pêxember gotiye:– DEYÛZ kesê bêxîret e. Û weha domandiye:“Deyûz ew kes e ku xîretkêşiya wî ji bo xelkê wî, ji bo ax, mal û hemû heyînên wî tune û bergîrî li wan nake. Kesên wisa deyûz in û cenet li wan heram e.”Baş e, madem rewş ev e û kesê ku bawer neke jî kafir ne, nexwe dê hinekî behsa “xîretkêşi”ya Kurdên Bisilman ên Bawermend bikim:- Dema zarûkek li Filistînê tê kuştî, Kurdên Bisilman ên Bawermend, li Amedê qiyamet radikin. Lê dema zarûkên Kurdan têne kuştin deng ji Erebanên bisilman ên bawermend jî û deng ji Kurdên Bisilman ên Bawermend jî dernakeve. – Dema dibêjin: “Kurd ji dîn derketine û kuştina wan rewa ye” deng ji Kurdên Bisilman ên Bawermend dernake. – Dema li Çeçenistan, Balkan û Mogolistanê yek tê kuştin, Kurdên Bisilman ên Bawermend radibin pêdarê.- Li Misrê, li Cezayir, Tunus û Libyayê dema destdirêjî li jinekê tê kirin, Kurdên Bisilman ên Bawermend roja Reş radik. Lê dersdirêjî bi sedan li keç û jinên Kurd têne kirin û di bazarên welatê Ereb ên bisilman de têne firotin, deng ji wan dernakeve. – Dema li van 56 welatên bisilman, bihostek axa wan ji aliyê hinekên ne bisilman ve tê vegirtin, Kurdên Bisilman ên Bawermend, xwe dirûçikînî. Lê axa Kurdan bihost bi bihost ji aliyê “bisilman”an ve hatiye vegirtin û mafê jiyanê nadin Kurdan, deng ji Kurdên Bisilman ên Bawermend dernakeve. – Welatê ku çavkaniya dîn e, dest ji dîn jî û dest ji UMETcîtiyê jî berdaye/berdane. Lê herdem Kurdên Bisilman ên Bawermend doza umetcîtiyê li her kurdî dikin. Lê ew nafikirin ka “Umetcîtî ji bo sûda kê ye!” – Dema rejîma Sedam Huseyn keçikên Kurdên bisilman dibirin diyarî didane şêxên Ereb ên Kuweyt, Ebudabî, Qeter, Behreyn û Misirê, deng ji Kurdên Bisilman ên Bawermend dernediket. – Dema “Leşkerên Ocaxa Pêxember” di qetlîama Dêrsimê de keçikên Kurd ên 9-10 salî dibirin û wek diyarî didan amirhêzên xwe, dîsa deng ji Kurdên Bisilman ên Bawermend dernediket. – Hemû miletên bisilman ên li dinyayê, bi zimanê xwe dipeyivin û li gor toreya bav û aklên xwe dilipikin. Lê Kurdên Bisilman ên Bawermend jî bi zimanê wan miletan dipeyivin û li gor toreta bav û kalên wan dilipikin. – Gelo li gor wê Hedîsa Cenabê Pêxember û wê gotina Xwedê ya li ser deriyê Bihiştî ku hatiye nivîsandin, wê çi nav li Kurdên Bisilman ên Bawermend bête kirin?- Gelo wê mêjû Kurdên Bisilman ên Bawermend bi çi rengî binirxîne û bijenîne? Ey Kurdê Bisilman ê Bawermend, eger tu dikî ji bo Xwedê bike û bihiştê li xwe heram neke. Lê ji bo dilxweşkirina efendiyên xwe bes e, êdî bi navê dîn dijminatiya nijadmendên xwe meke. Dem hatiye ku tu êdî xwe nas bikî… 29/ 06/ 2015

Back to top button