CîhanPolîtîk

Bila dewleta Kurdistanê çibe

Radyoya Îsraîlê îdîa kir ku Rûsya dixweza di nava çareseriya pirsa Sûriyê de li bakûrê vî welatî dewletek Kurdî hebe û ligel Başûrê Kurdistanê hev bigre. Radyoya Îsraîlê nûçeya xwe sepande çend çavkaniyên agahdar ên ewlekariyê û diyar kir ku, Rûsya dixwaze li bakûrê Sûriyê, anku li Rojavayê Kurdistanê, dewletek Kurdî hebe. Radyoyê got bi teybet piştî xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, ev dawaza Rûsyayê jî zêdetir derdikeve pêş. Radyoyê zêdetir jî got Rûsya bi nehênî alîkarî dide Kurdên Sûriyê û di nava wan de hevkariyek heye, herwiha Rûsya dixwaze hemahengî û pêwendiya di navbera Kurdan û rejîma Sûriyê de jî baştir bibe. Rojnameya Mearîf a Îsraîlê jî di raportekê xwe yê hejmara 25’ê Mijdarê de dinivîse: ‘’Tirkiye ji nihava hay ji vê metirsiyê heye. Dizanin ku Rûsya piştgirî dide dewletletek Kurdî li bakûrê Sûriyê.’’ Rojname herwiha dibêje Rûsya dixwaze dewleta Kurdî ya Rojava û Başûr jî hev bigrin. Herwiha dibêje, berjewendiya hevbeş a Rûsya û Îsraîlê ye ku dewletek Kurdî bê ava kirin.Basnews

Back to top button