Polîtîk

Bila kesek ji Kurdan re li dewletê negere dewleta Kurda Tirkiye ye

Serokkomarê Tirkiye li Diyarbekirê axavtina xwe de behsa pirsa kurd kir. Erdogan behtir behsa xizmetên ku li Diyarbekirê kirine û dê bikin kir. Di pirsa kurd de jî peyamek nû neda.Behsa PKKê kir û got hêja xwîna birayên min yên kurd destê Selahatin demirtaş ve heye. Ew divê hesabê vê bidin.Erdogan di derbarê pirsa Kurd derveyê Kurdistana Bakur jî û got: Birayên min ew leyiztikên ji derê sinorên me têne leyiztin ne ji xêra mere ne. Derdê wan têkbirina nirxên ku em hemû bi hevre dijîn e.Bila kesek ji kurdan re li devletê negerê, dewleta Kurda Cumhuriyeta Tirkiyeye.Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan dibêje: Me hemwelatiyên xwe yên kurd ji wesayeta berê xilas kirin.Ew weseyeta ku zilm li we dikira dixwest partiya me jî bigre. Em nabêjin kurd Nînin. Tirkiye hêdî ji vê gavê şûnde navêje.Em dibêjin pirsgirêka kurd tuneye. Zimanê Tirkî çikas bi qîmet be, zimanêKurdî jî ewkasî bi qîmet e.Bilahemû cureyên azadiyê wek şîrê diya we ji were helal bin.

Back to top button