KulturNivîsar

Bîranîn

B Î R A N Î N6 sal berê weke iro rojî 06 11 2009 Dilsozê dozê şêx Zeynelabîdîn Ozalp (LEZGÎN) ramhet kiribû. Birastî jî ew welatparêzek î dilsoz, leheng û bê xof bu. Em Partiya Demokrata Kurdıstanê Tirkiya wî bi rahmet bibîr tenin, Ew herdem dinava hewîldaneke ko partiyakê bi navê Kurdistanê bête avakirin de bu. Lê mixabin temenê wî têrİ nekir. Cih û warê wî bihişt be. Keke LEZGÎN em te jibîr nakin helwesta te a Kurdîstanî di jiyana zindî de berdewame. Şêx ewqas ji welatê xwe hisdikir ko ev şa’r a wî ko di pirtuka wî a bi navê ( BÊ NAV Û NÎŞAN MAN)de Nivîsiye delîlê wî ye!..Ko ez bejim ewrên ezmananMin li ser çengê xwe bikinBibin warê bav û kalanWê min bibin an na?Ko ez bejim refênTeyrên bazanMin bixin nav lepên xweDanin ser Birca belekWê min danin an na?Ko ez bejim narincokênLi nav xetanBi min de neteqinDa ez bigihim dayika delalWê biteqin an na?Ko ez bejim pêlên xabûrMin li ber xwe nebinDa ez nêrgiza bin berfê de bêhn bikimWê li ber xwe bibin an na?Ko ez bejim diryên dahlên evînêLaşê min ne dirinin.Tevde birinin,wê bidirînin an na?Ko ez bejim şevan tarîLi min bike ronahîWê bikî an jî na?Bersiv erê jî be û na jî beWelatji dil dûr nabeXew li xerîbiyê çênabeDil li vê razî nabe,,, Mehmet Emîn KARDAŞSerokê Giştî yêPARTIYA DEMOKRATA KURDISTANÊ TIRKIYAPDKT

Back to top button