DosyaReferandum

Biryara dawî di derbarê referanduma serxwebûnê de

Encumena Bilinda Referandumê bi serokatiya Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê civiya.Piştî civînê daxuyaniyeke hate ragihandin û dibêje: Di civînê de bûyerên herî dawî yên siyasî û nûtirîn helwestên civaka navdewletî û Iraqê hatin nirxandin. Biryarên Encumena Bilinda Referandumê :1: Ji ber ku heta niha alternatîva ku cihê referandumê bigire, negihîştiye û dema guncaw jî nemaye, eger garantiyeke temam bo serxwebûna Kurdistanê neyê dan, referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.2: Biryar hat dan, ku bi hemû şêweyekê deriyê gotûbêjê li gel Bexdayê bi vekirî were hiştin û dema pêwîst jê re were dan.3: Civînê biryar da, ku bo zelalkirina helwesta dawîn, şanda danûstandinkar a Encumena Bilinda Referandumê, roja semi 23-09-2017ê serdana Bexdayê bike.4: Encumena Bilinda Referandumê biryar da, ku Sekretariyeta Encumena Bilind, her du projeyên mafên pêkhateyan û ragihandina prensîpa giştî ya dewleta serbixwe ya Kurdistanê, berî 25-09-2017ê belav bike.”          

Back to top button