Hevpeyvîn

Biryara me dê serxwebûna Kurdistanê be

Partiya Pêşketina Tirkmen piştgiriya giştpirsiya 25ê Îlonê ya serxwebûna Kurdistanê dike.Serokê Giştî yê Partiya Pêşketina Tirkmen Mihemed Sadetîn Îlhanlî got, ji bo dahatûyeke geş ew dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.Mihemed Sadetîn Îlhanlî diyar kir ku berjewendiyên tirkmenan ne bi şieyên iraqî re ye, lê belê bi kurdan re heye.Îlhanlî, Eniya Tirkmen rexne dike çimkî li dijî giştpirsiya 25ê Îlonê derdikeve û dibêje berpirsên Eniya Tirkmen agahiyên şaş didin Tirkiyê.Herwiha Serokê Giştî yê Partiya Pêşketina Tirkmen amaje bi wê yekê kir ku Iraq ji bo heremê û cîhanê bûye çavkaniya terorê û lewma divê Tirkiye, Îran, Amerîka û Ewropa piştgiriya giştpirsiyê bikin.Mihemed Sadetîn Îlhanlî pirsên Rûdawê bersivandin.Diyar e ku 25ê Îlonê dê li Herêma Kurdistanê giştpirsê bê encamdan. Helwesta we dê wekî partiyeke tirkmenî çi be? Tirkmen derbarê giştpirsiyê de çi dibêjin? Xelkê tirkmen ên di nava sînorên Herêma Kurdistanê de dijîn dê piştgiriya giştpirsiyê bikin û beşdar jî bibin û dê dengên “Belê” bikar bînin. Wekî te zanîn tirkmen bûne du beş: Tirkmenên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û tirkmenên di bin banê îdareya Herêma Kurdistanê de. Tevahiya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê piştgiriya giştpirsiyê dikin. Herwiha ne tenê piştgiriyê dikin, di nava Desteya Bilind a Referandumê de nûnerên wan jî hene. Beşeke tirkmen di nav Desteya Amedekar a Referandumê de jî cih girtine. Ne tenê kurdan biryara giştpirsiyê daye, ew biryar ligel tirkman û xiristiyanan hatiye standin.Tirkmenên li Kerkûk û Tileferê yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê mane li dijî giştpirsiyê dernakevin. Xelkê tirkmen ên li wan deran jî dê herin li ser sindoqan û dengê belê bikar bînin. Dema mafên tirkmenên Iraqê û Herêma Kurdistanê didin ber hev, dibînin ku mafên tirkmenên li Kurdistanê zêdeter e ji yên li Iraqê dijîn. Ji bo dahatûyeke geş ew piştgiriya Kurdistanê dikin. Bernameyên taybet ên siyasî yê hinek partiyên tirkmenan hene. Ew wekî partî li dijî giştpirsiyê derdikevin, lê xelkê tirkmen guhdariya wan nakin.Beriya çend rojan Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel nûnerên pêkhateyan civiya û çend peyamên girîng da. Barzanî got ew amade ne li ser sirûda netewî û çend mijarên din nîqaşan bikin. Xelkê tirkmen li ser vê yekê çi dibêje?Ev yek ji aliyê xelkê tirkmen ve gelek erênî hat pêşwazîkirin. Li Kurdistanê ji bo ku ji berê ve mafên siyasî yên tirkmenan hene, ew dixwazin tevlî Kurdistanê bibin. Bêguman hinek daxwazên tirkmenan ji dewleta Kurdistanê ya bê ragihandin hene. Ew dixwazin nûneritiya wan a siyasî bihêz be û di îdareya Kurdistanê de cih bidin wan jî. Herwiha dixwazin mafên wan di çarçoveya destûra bingehîn de bê parastin. Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de bi awayekî eşkere ev yek anî ziman. Em jî dixwazin sirûda netewî nûneritiya tevahiya pêkhateyan bike. Birêz Barzanî li pêş hemûyan anî ziman dibe ku ew yek pêk were.Dema em li hemberî Iraqê, Herêma Kurdistanê diparêzin em nabêjin hemû tişt baxê gulan e, lê berjewendiyên tirkmenan ne bi şieyên iraqî re ye, lê belê bi kurdan re heye.Iraqê diyar e ber bi parçebûnê ve diçe. Hûn wekî partî vê yekê çawa dinirxînin?Iraq fiîlî parçe bûye. Li Iraqê şiê bixwe herêmên xwe birêve dibin. Kurd jî Kurdistanê birêve dibin. Herêmên sunneyan jî beriya niha di bin kontrola DAIŞê de bûn. Heger em berê xwe bidin nexşeya Iraqê em dê bibînin ku Bexda tenê herêmên şieyan diparêze. Li bajarên şieyan ti pirsgirêkên asayişê nîne. Tenê li herêmên sunneyan pirsgirêk hene lewma ew jî ji rêveberiya Iraqê acizin. Jixwe Iraq parçe bûye, divê ev bir rêyên medenî bêne çareserkirin.Iraq îro bûye dû herêm: Herêma ku piranî kurd, tirkmen, keldanî, asûrî û ermenî dijîn û herêma ereb şie dijîn. Li Kurdistanê hemû pêkhate wekî hev dijîn. Ji bo parastina mafan û biratiyê dive em ji Iraqê cuda bibin.Amerîka, Birîtanya, Tirkiye û çend welatên wekî Îranê dibêjin divê giştpirsî bê paşxistin. Li vir em dijîn û em dizanin rewşa vê derê çawaye. Ji bo lidarxistina giştpirsiyê dem guncaw e. Hinek welat ji bo berjewendiyên xwe dixwazin giştpirsî bê paşxitin. Halbûkî giştpirsî ne ji bo berjewendiyên wan tê pêkanîn, ji bo xelkê herêmê tê kirin. Iraq her dem ji Tirkiye, Iran û cîhanê re bûye çavkaniya gef û metirsiyan. Lewma divê Tirkiye, ewropa û welatên cîhanê di vê biryarê de piştevaniya me bikin. Ev der dê bibe hevalbendê Tirkiye, Ewropa û Amerîkayê.Beşek ji tirkmenan li dijî gişpirsiyê derdikevin. Eniya Tirkmen di vê mijarê de gelek bi tund e. Dibêje tirkmenên li Hewlêrê nûneritiya tirkmenan nakin. Kî nûneritiya tirkmenan dike? Ti partî bi tenê nikare nûneritiya ti gelî bike. Eniya Tirkmen heta niha polîtikayeke şaş birêve biriye. Siyaseta wan a şaş zerar daye tirkmenan. Niha li Iraqê ti statûya tirkmenan nîne. Rêveberiya Bexdayê ti maf nedane tirkmenan. Minak di hikûmeta niha de ti wezîrê tirkmenan nîne. Baş e di vê rewşê de Eniya Tirkmen çawa nûneritiya tirkmenan dike. Parlamenterên wan ên li Bexdayê heta niha ji bo tirkmenan çi kirine? Li parlamentoya Kurdistanê yasaya parastina pêkhatiya heye. Di vê yasayê de hemû mafê tirkmen û xiristiya heye. Li vê derê tirkmen gelê duyam e. Tirkmen di siyasetê de li ser asteke bilind tenê temsîlkirin. Heta niha Malî an jî Ebadî çi ji bo tirkmenan kirine çi maf daye wan? Lê em îro li Serokatiya Herêma Kurdistanê di asta partiyên bi milyon deng wergirtine de têne qebûlkirin. Em van tabloyan didin ber hev wisa biryara xwe zelal dikin.Armanca Eniya Tirkmen ne diyar e. Li dijî giştpirsiyê derdikevin. Çima? Nabêjin gişpirsî bê encamdan ka tirkmen çi ji dest bidin an jî nabêjin çi karê tirmenan nebûna giştpirsiyê de heye. Tenê dibêjin em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Baş e heta niha çi tirkmenan çi kar ji vê yekê dîtiye? Civaka herî nêzîk me kurd in lewma em biryara ligel kurdan didin.Kurd bi Tirkiyê re jî hevalbend in. Cîranê herî baş ê Tirkiyê kurd in. Li gor vê yekê jî divê ligel kurdan bin. Em wekî civak jî nêzîk kurdan in lewma divê em ligel wan bin.Bi me Eniya Tirkmen agahiyên şaş didin Tirkiyê. Li Tirkiyê jî li gor wan agahiyên şaş siyaste tê diyarkirin. Ez dixwazim vê yekê ji Tirkiyê re bibêjim: Bila ne têne bi nêrîna partiyekî bi tirmenan ve eleqeder bibin. Bila peywendiyên xwe bi hemû partiyên siyasî ve çêbikin. Eniya Tirkmen ne di berjewendiyên tirkmenan de ye û li gorî pereyên ji Tirkiyê tê tevdigere.Beriya çend rojan navçeya Tileferê ku piraniya xelkên wê ji tirkmenan pêk tê hat rizgarkirin. Çima bi qasî tirkmenên li Kerkûkê behsa tirkmenên Tileferê jî nakin?Me tirkmenan bi Kerkûkê sînordar dikin. Ne tenê li Kerkûkê tirkmen hene, li Hewlêr, Xurmatû û Tileferê jî hene. Tirkmenên li Tileferê jî hevkariyê bi Kurdistanê re bike û dixwazin xwe ji Iraqê rizgar bikin. Me hevdîtin bi rêberên eşîrên Tileferê re kirin ew jî dixwazin ligel kurdan bijîn. Wan ji Birêz Barzanî re name şandin û gotin ew dixwazin bêyî referandum tevlî Kurdistanê bibin.Li dewlata Kurdistanê bi we divê çi mafên tirkmenan hebe?Tirkmen dê bibe gelê duyem, nûneritiya wan dê di serokatiyê de hebe, li parlamentoyê jî dê bihêz bêne temsîlkirin. Li herêmên rêjeya wan zêde mafê wan ê xweseriyê hebe. Hem serok hem jî Desteya Bilinda Referandumê jî ev soz dan me. Derbarê vê yekê de yasa jî hene. Me di civînê de daxwaz kir ku ev hemû bi nivîskî bêne amadekirin. Mafên tirkmen û xiristiyan ên îdarî, siyasî û netewî dê benê nivîsandin û îmzekirin. Dema ku dewlet hat ragihandin jî dê di destûra bingehîn de bêne bicîkirin.Rûdaw 

Back to top button