Dosya

Biryara parlamentoya Îraqê li dijî referendûma Kurdistanê

Parlamentoya Îraqê li dijî encamdana referenduma serxwebûna Kurdistanê deng da.Li ser daxwaza 80 parlamenterên parlamnetoya Îraqê ku piraniya wan ser bi lîsteya Nûrî Malikî bûn, biryarek li dijî encamdana referendûma Kurdistanê amade kir û ew biryar di civîna parlamentoya da xiste dengdanê û bi piraniya dengan encamdna referendûmê li Herêma Kurdstanê red kir.Biryra duh roja 11.09.2017ê ya parlamentoya Îraqê serokwezîrê Îraqê destvekirî dike ku li dijî Herêma Kurdistanê hêza leşkerî bikar bîne.Şaxewan Ebdula endamê parlamentoya Îraqê dibêje ew biryar gelek bilezûbez hat amadekirin û biryar li ser hate dan ji ber ku li dijî kurdan bû. di dema dengdanê de hemû parlamenterên kurd ji hola civînê derketin.Kurd bi wê biryarê pabend nabin û bicî nabe.

Back to top button