CîhanPolîtîk

Brîtanya xebatên hikûmeta Kurdistanê ji bo parastina mafê tak û pêkhateyan bilind dinirxîne

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 03.03.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li lord Ahmed wezîrê dewletê yê hikûmeta Brîtanyayê ji bo karûbarên Neteweyên Yekgitî û nûnerê serokwezîra Brîtanyayê ji bo rêgrtin li tundûtûjiya seksî li deverên nakokîdar û şandeya pê re kir.Lord Ahmed kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û hevkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê parastina mafê tak û mafên hemû pêkhateyan li deverê û bi taybetê li deverên şer lê bû, bilind nirxand û got ku di vê çarçoveyê de, hikûmeta Brîtanyayê amadeye hevkarî û hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya nirxandina şandeya mêvan û hevkariyên Brîtanyayê yên di warê mirovî de ji bo Herêma Kurdistanê kir û dupat kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi parastina mafê tak û mafên hemû pêkhateyan dide û ev yek acendaya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û li ser vê siyaseta xwe berdewam dibe.Di civînê de behsa pêşhateyên herêmî û Îraqê û çewaniya berhingarbûna tundûtûjiyê kir û di vî warî de Serokwezîr tekîd li ser rola perwerdeyê ji bo perwerdekirina takekî saxlem di civakê de û dûrkeftin ji şidetê kir.Rewşa herêmî bi giştî, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û şerê dijî terorê çend mijarên din yên civînê bûn. 

Back to top button