Nivîsar

Bûyerên dibin çikas di berjewendiya Kurdistanê de ye

Rewşa heyî kurda ber bi kûve dibe ne kifşe. Herkes behsa senaryoyên xirab dike. Gelo çi bo ku dema rojane behsa serxwebûna Kurdistanê dihat kirin, dema ku hinek welatan hêdî hêdî pişgiriya xwe ji bo dewletek kurdî dida ragihandin di cêh de ji bo rojev bê guhertin gav hate avêtin.Du tişt gelekî balkêşin yek jî têkçûna “prosesa aşitiyê“ li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.Kî çi bêje bila bêje eger dewletek kurdî li Başûrê Kurdistanê bihata ragihandin Tirkiye li dij dernaketa. Serokkomarê Tirkiye ev yek vekirî got.Prosesa agirbesta ku li Tirkiye heyî têkçû. Di vê têk çûnê de destê Îranê heye û vekirî Îran ev yek bi destê Qendîlê kir.Di têkçûna prosesê de çikas gunehê Erdogan hebê, ewqas jî yê Qendilê heye.Qendil ewil Ocalan ji derê pêvajoyê hişt û piştî ku HDPê di hilbijartinê 7 Hezîranê de serket,HDP jî pê fonksiyon kir û dev avêt HDPê jî. Yanî gelek vekirî Qendilê Ocalan û HDP ji dewrê derêxist.Îro bûyerên çêdibin, çalakiyên ku tên kirin feydê dide kî? Çar polis yan jî deh efserên tirka hatin kuştin dê bigihê kûderê. PKK dikuje HDP li wan xwedî derdike . Ev çi siyasete.Ji aliyê din cardi bi dehan şervan jiyana xwe ji dest didin, ciwan di xwepêşanan de tên qetil kirin. Ji bo çiye? Armanc çiye? kî dikare bêje armanca ku KCKê dayî pêşiya xwe hêjayê xwina tê rijandine?Rewş çikas tevlî hev bibe, xwîn çikas bê rijandin, dê carek din rewşa berê bê vegerandin.KCK vekirî dibêje em ne li dijê dewleta Tirk in em dijê AKPê û Erdoganin. Başe ew kîne? ne rêveberên deleta Tirkin?Duyem 23ê Hezîranê di serî de Goran û YNK bi fermana Îranê ji bo alozîyê di rewşa Kurdistana Başûr de pêkbînin dest kar kirin.Parlemento di kontrola diplometê Îranî de civiya û hewldan rojevê biguherin.Ev herdu bûyer jî li Bakur û Başûr bi fermana Îranê çêbû.Lê taybetî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di wê qudretê de ye ku van leyiztikên dijminê serxwebûna Kurdistanê têk bibe.Kî bibe bila bibe heta aliyên kurd destê dijminên kurdan de leyiztik bin dê ew alî pêşiya xwe nebinin û nikaribin ji bo berjewendiyên netewî hereket bikin.Îran ji bo îstikrara li Başûr heyî têkbide her tiştekî dike. Lê Îrada ku li Başûr heyî dest nade vê yekê.30.7.2015N.Firat/analîz

Back to top button