Malper | Çalakî | Karsazên jin di 8-ê adarê de li Diyarbekirê ne

Karsazên jin di 8-ê adarê de li Diyarbekirê ne

Diyarbekir – Bi pêşengiya Yekîtiya Ode û Borsayên Tirkiyeyê, karsazên jin dê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Diyarbekirê bicivin. Serokê TOBB’ê Rifat Hîsarciklioglu jî dê tevli vê civînê bibe.

dtsogalipensariogluSerokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, derbarê hatina karsazên jin de, li odeyê agahî da rojnamevanan. Ensarîoglu, diyar kir ku îstîhdama jinan a li herêmê ji îstîhdama tevahiya Tirkiyeyê kêmtir e û da zanîn ku di nava îstîhdama tevahî ya Tirkiyeyê de îstîhdama çandiniyê ji sedî 45 e.

Ensarîoglu, wiha got: “Di çandiniyê de ji sedî 98’ê jinan li derveyî qeydan dixebitin. Li bajêran ji her 5 jinan jinek ku temenê wê ji 15 salî jortir e, dixebitin. Di pîşeyên profesyonel de rêjeya jinên dixebitin ji sedî 29 e. Di nava rêveberiyê û midûrtiyan de rêjeya mêran ji sedî 11 e lê ya jinan ji sedî 3 ye. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat ev rêje kêmtir e jî. Du sedemên vê hene. Koçberiya ji gundan ber bi bajêr ve û sedema destûrnedayîna xebata jinan e.”

Ensarîoglu, diyar kir ku dê di 6-7’ê adarê de bi organîzasyonek giştî rewşa jinên karsaz bibînin û wiha berdewam kir: “Desteyên karsazên jin ên di bin banê borsa û odeyên girêdayûi TOBB’ê de ava bûne, dê li Diyarbekirê bicivin û dê berên xwe yên ku li bajarên xwe dihilberînin raxin pêş çavan. Jin dê rewşa xwe ya heyî ya hilberîneriyê, rewşa îstîhdamê û pêşîlêgirtinên li hemberî kêmbûna îstîhdama jinan bi hev re parve bikin.”

 

(AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Karsazên Kurd destûreke nû û sivîl dixwazin
Karsazên Kurd ên li Diyarbekirê, biryara “agirbesta yekalî ya PKKê” di cih de dîtin û xwestin ev agirbest jî weke 16 agirbestên berê neyê hebakirin. Karsazan, da zanîn ku pirsa Kurd û pirsgirêkên Tirkiyê encax dikare bi destûreke nû ya sivîl û demokratîk pêk bê....
Ensarîoglu: Divê şer nemîne
Serokê odeya pişesazî û bazirganiya Diyarbekirê Galip Enserî Oglu li ser rewşa çareseriya pirsa kurdl li Tirkiye tevlî konferansekî bû. Ev konferans ji aliyê Komkarê ...
Tara Jaf di 8’ê Adarê li Amedê ye
Warvîn / Amed – Tevgera Jinên Azad û Demokratîk, aşkera kir ku ew ê di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de dakevin kolanan û daxwazên xwe biqîrin. Hunermenda navdar Tara Jaf jî dê bê Amedê û tevli bernameya jinan bibe....
Îhtimale ku ev hestî yê dema dadgehên istiqlalê bin
Parlementerê Diyarbekirê yê Ak Partiyê Galip Ensarioglu li ser kolandinên Deriyê Serayê û hestiyên ji bin erdê derdikevin ji televizyonek taybet re axivî. Kanal a ...
Baydemîr: Her avahiyeke Diyarbekirê, kitêbekî daçikandî ye’
Hema tenê sûrên Diyarbekirê, delîl û bîrdariya mîmarî û dewlemendiya kultur û hunera vê axê ne. Her avahiyeke bajarê me, wek kitêbeke daçikandî ji nû ve muhtacê vekirin û xwendinê ye...