Malper | Çalakî | Mesrur Barzanî pêşwaziya şandek Amerîkî kir

Mesrur Barzanî pêşwaziya şandek Amerîkî kir

 

Li gora nûçeya KTV, Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Amerîkayî bi Serokatiya Şewirmendê berê yê Asayîşa Netewiya Serok Amerîkayê James jones kir.

Di destpêka hevdîtinekî de  Mesrûr Barzanî ji bilî bixêr hatin kirina heyeta mêwan, her weha kêfxweşiya xwe a li hember serdana vê heyetê jî diyar kir û ragihand ku, Gelê Kurd hertim bi cavên rêzdarî li wan dostên xwe dinêre ku, di rojên sext de ji bo çespandin û zal kirina demokrasî û aştî hewkariya wî kirine.

 Mesrûr Barzanî her di vê derbarê de rola James Jones, Dayik Nab û Jey Garner bi taybetî di prosesa Prophaid comfort a di sala 1991an de bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya hevdîtina han de James Jones jî ji bilî diyar kirina kêfxweşiya xwe a ji bo serdana xwe ya ji bo Kurdistanê piştî 20 salan, ecîb mayîna xwe a li hember rewşa baş û pêşkeftin û destkeftên heyî yên li Kurdistanê de jî diyar kir.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de her dû alî di derbarê rewş û bûyerên siyasî yên Kurdistan, Îraq û Devera Rojhilata Navîn, peyvendiyên Amerîka Û Kurdistanê û her wiha paşeroja peyvendiyên han  bi taybetî piştî vekêşana hêzên Amerîkayê li Îraqê nêrînên xwe li hev guhastin.

Di derbarê meseleya mandegar bûna hêzên Amerîkayê yên li Îraqê de birêz Mesrûr Barzanî diyar kir ku, helwesta Kurdistanê a di vê warê de eşkereye jiber ku, hîn jî Îraq û hêzên Îraqê nexedan ev hêzên ku, bikarêbin ewlekarî û asayîşa welat biparêzin, lewre di rewşeke weha de vekêşana hêzên Amerîkayê bandoreke nebaş li ser rewşa Îraqê dike.

 Mesrûr Barzanî her weha eşkere kir ku, em li Kurdistanê de di vê baweriyê dene ku, pêwîste hinek ji hêzên Amerîkayê piştî sala 2011an jî li Îraqê de bi mebesta parastina hevsengiyên ewlekarî bimînin.

Di derbarê karînên Artêşa Îraqê de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku, dibe Artêşa Îraqê ji tevahiya Îraqiyan re be û nabe ku, aliyek li ser hesabê aliyeke din pareke zêde ya xwe hebe, heta niha wisa tê fêmkirin ku, hin hewldan ji bo lawaz kirina pêgeha Kurd di nava Artêşa Îraqê de di holê dene, bo nimûne niha bi tenê ji sedî 20 ji Efserên Artêşa Îraqê Kurdên û ji tevahiya hêzên Leşkerî yên Îraqê bi tenê ji sedî 7ê wan Kurdin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Jiyannameya Kamûran Bedirxan 1895-1978 (Video)

Jiyannameya Kamûran Bedirxan 1895-1978 Beşa 2 (1)...



Mesrûr Barzanî bi heyteke rûsî re civiya
Duhî (25.01.2012) li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya sefîrê Rusiyeyê yê Bexdayê Valeri Shovayêv kir. Di dîdasrekê  de ku, konsulusê Rusyayê yê Hewlêrê û Hêmin Hewramî nerpirsê ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke parlamentoya Swêdê kir
  Duhî li Hewlêrê cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berbijarê postê serokwezîriya Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyetek parlementerên parlementoya Swêdê kir. Heyeta parlamenterên swêdî ku, ...
Mesrûr Barzanî: Divî demokrasî û federalî bingeha siyasetê be
Duhî Mesrûr Barzanî pêşwaziya cîgirê hakimê medenî yê Îraqê yê salên 2003 û 2004 û konsulusê berê yê Berîtanyayê yê li NY Jeremy Grenstook kir.Di ...
Mesrûr Barzanî beşdarî konferensa (Paşeroja Rojhilata Navîn) kir
Piştî ku li ser vexwandina senatorên Fransayê ya bi mebesta beşdarî kirin di konferansa Paşeroja Rojhilata Navîn ya ku li Fransayê hatiye li ...
Rewşa Sûriyeyê nirxand
Duhî li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li heyeteke wezareta derve ya Brîtanyayê a bi serokatiya berpirsa dosyeya opoziyona Sûriyeyê ya wezareta derve xanim Fransis Gaia ...