Malper | Çalakî | Stockholm: Xwepêşandan li dijî rejîma Suriyê

Stockholm: Xwepêşandan li dijî rejîma Suriyê

Gelên ku îro di nava sînorên dewleta Suriyê de dijîn, weke Asuri/Suryanî, Kurd, Ereban, ji 15 adarê heta niha li dijî rejîma Suriyê xwepêşandanan pêk dihênin. Daxwazî û armanca wan, pêkanîna reformên demokratî û azadiyê li Suriyê ye.

Li gorî rapora dezgeha mafê mirovan Amnesty International ê, heta niha di xwepêşandanan de 1300 kes bi destê rejîmê hatine kûştin, 13 700 kes hatine girtin û 1900 kes jî winda ne.

Ji bo ku em dengê xwe li dijî helwêsta rejîma Suriyê bilind bikin, ji bo daxwaziya reformên demokratî û azadiyê li Suriyê, em we vedixwînin xwepêşandana li Stockholmê. Beşdarbûna te dê dengê me bilind û hêza me xurtir bike.

Hûn bixêr bên.

Cihê xwepêşandanê: Mynttorget, Stockholm, Dem: 19 hezîran 2011, saet 13.00

EuroKurd News


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Aso Tv agirbesta PKK

Li bernameya Bergeha televizyona Aso ya ku Rojnemevan Cemal Batun rêve dibe, siyasetmedar Dara Bilek, Keya Îzol û Hediye Guzel Namzeta Parlementoya Swêdê Agirbesta PKK û pêvajoya dawî ya Tirkiye û Kurdistanê nirxandin....



HRW: Beşar Esed sozên xwe bi cî neanîn
Rêxistina parastina mafê mirovî ya navdewletî HRW di rapora xwe de ku doh roja îniyê weşandiye dibêje ku Beşar Esed serokê Suriyê ji bo baştirkirina ...
Talebanî piştgirî da Beşar Esedî
Li gor nûçeyeke ajansa Sana ya surî, duhî bi rêya peywendiyeke telefênê her yek ji Sebah Ehmed Cabir emîrê Kwêtê, Hemed bin Îsa şahê Behreynê, ...
Di 20 rojên xwepêşandanên li Sûriyê 123 kes hatîne kuştin
Yekîtiya Navdewletî ya Mafê Mirovan (FIDH), aşkere kir ku ji 18ê adarê heta 1ê nîsanê di xwepêşandanên li dijî  Sûriyê de 123 kes hatine kuştin. International ...
Sûrî li ber Qesra Sipî hate protestokirin
  Li gora nûçeya Voa, doh li ber Qesra Sipî gelek xelk berhevbûn û piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên li Sûrî çêdibin dan kifşkirin. Li gora ...
Dosta Kurda Caroline Bû namzêda parlementoyê
Demokratên Mesîhî (Kristdemokraterna) ku li gel çend partiyên din hikumeta Swêdê îdare dike, di lîsteya xwe ya Stockholmê de dosta Kurda Caroline Szyber kir namzêda parlementoyê. Szyber çalakiyên Kurdan de beşdar dibe, bi taybetî li ser rewşa Kurdên rojava prialî radiweste û gavên hêja avêtine. Szyber di meclîsa Swêdê de di qelema pirsên navnetewî de kar dike. Em çend analîzên Szyberê li ser Kurda bi we re pay dikin. ¨...