Malper | Çalakî | DTK: Neçin meclisê

DTK: Neçin meclisê

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), li Diyarbekirê, di civîna awarte ya derbarê biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya hilweşandina parlamenteriya Hatip Dille de, ji parlamenterên BDPyî xwest, neçin Meclisê.

Li gor AKnwes, DTKê di  encamnameya civîna aweate de ku, îro li Diyarbekirê hat lidarxistin û li Parka Sumer ji aliyê berdevkê DTKê Cemal Coşkun ve hat xwendin, biryara YSKê ya derheqê Dicle de, "antî demokratîk û neadil" bi nav kir û wiha hat gotin:
- Divê hikûmeta AK Partiyê û partiya muxalefetê ya sereke, vê provokasyonê asteng bikin û parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) jî, ji bo hilweşandina biryara YSKê, dest bi kar bibe.

Di encamnameya civîna awarte ya DTKê de, cext li ser vekirina riya demokrasiyê hat kirin:
- Em ji hemû gelê xwe dixwazin, li dijî vê biryarê, çalakî û nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin.

Her wiha, bang li parlamenterên BDPyî û serbixwe jî hat kirin, slogan  "Eger yek jî ji me kêm be, em naçin meclisê" bingeh bê girtin.

Duh êvarê, YSKê, biryara hilweşandina parlamenteriya Hatip Dicle ku, ji ber doza KCKê, di girtîgehê de ye, ji raya giştî re ragihandibû.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Parlementeriya Dicle hat îptalkirin Dezgehê Bilind yê Hilbijartinê nahilê Hatip Dicle herê parlementoyê. Biryara Dezgehê hilbijartina dikare bibe sedema , ev pêvajoya bi erênî destpêkirî têk herê, dixweyê ji xwe armanca dezgehê hilbijartinê tevliheviye....
Îdia: Dicle naçê parlementoyê Ihtimala ku Hatip Dicle  neçê parlementoyê derket holê. Li gora nûçeyekî di medya Tirkî de, niha rewşa Hatip Dicle tê gengeşekirin û di vê derbarê ...
Ozer: Bêyî BDPê meşrûyeta parlamentoyê dê lawaz bibe
Mamostayê zanîngeha Sûleyman Demîral ya li Tirkiyeyê Prof. Dr. Ahmet Ozer ragihand ku eger parlamenterên serbixwe neçin parlamentoya Tirkiyeyê, meşrûyeta wê parlamentoyê dê lawaz bibe. Prof. ...
BDP-ê Hatip Dicle tekzîp kir
Serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, diyar kir ku, derbarê hatina endamên PKK-ê , ji Xabûrê wan tu daxwaz ji hukumetê nekiriye û hikûmetê jî tu soz ...
Advan: Biryara YSK-ê komployek siyasiye
Serokê Ak parti yê şaxa Diyarbekirê Halid Advan, daxuyaniyek da û biryara ku Dezgehê Bilind yê Hilbijartinê wek änkilab(darbeyek) hukukî nirxand û got ku, ev ...