Malper | Çalakî | Bang ji bo pişgiriya Kurdistana Sûrî

Bang ji bo pişgiriya Kurdistana Sûrî

Stranek ji bo azadiyê

        
Her mirov azad hatiye li ser ruyê dinê û azadî mafê wê/wî yê herî xwezayî ye. Bi deh salan e ev maf ji dest gelê Sûriyê bi darê zorê hatiye girtin. Bersiva daxwaziyên wî ji bo jiyaneke bi rûmet bi lûlên tifingan û tariya zindanan tê dayîn.

Buhara azadiyê dereng hat, ne tenê dereng, bi rengê xwînê û hêstirên çavan hat. Li kolanên bajar û gundên Sûriyê buhayên mezin tên dayîn. Dewlet her hewlê dide xwe ku hêviyên gel di nav buhna barûdê de bifetisîne.

Bêguman rûpelek nû di dîroka Sûriyê de tê vekirin û rûpelên tarî û xwînî tên girtin. Gelê Ereb û Kurd û herwiha hemû gelên din, ol û baweriyên cuda cuda di nav rêzên vê rûpela nû de cihê xwe digirin.

Tê xwestin ji herkesê azadîxwaz, aşitîxwaz, ji her mirovê şernexwaz û şiyar li hember mirovahiyê di van rojên teng de bê deng nemîne û piştgiriya gelên me li Sûriyê bike.

De werin em bi hev re, di roja 09/07/ 2011 , saet 17 de, li navenda bajarê Bonnê xwepêşandaneke mezin bi beşdarbûna hunermendên mîna Semih şiqêr, Şivan Perwer û gelek hunermendên din lidarxin.

De werin em bi hev re ji bo azadiyê bistirin û pişt bidin şoreşa gelên me li Sûriyê.


Komîta amadekar
Youssef.klein@t-online.de
Tel: 0049.1792344264


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Piştî encama rapirsînê, niha dê çi bibe?

Li bernameya Bergeh a televizyona Aso Tv de siyasetmedar Dara Bilek û nivîskar Keya Îzol bersîva pirsên pêşkêşvanê bernameya Bergeh Cemal Batun yên di derbarê encama rapirsîna(referandum) Tirkiye û Kurdistanê didin û her wiha pêvajoya siyasiya dawî ya Kurdistanê dinirxînin. ...



Divê Şivan Perwer lêborîna xwe ji Pêşmergeyan bixwaze!
Şivan Perwer ligel Huseyin Gazi Coşan ji balyozxaneya Tirkiyê li Elmanyayê....
Êrîşê endamên Komkarê kirin
Daxuyaniya Komkarê di derbarê erîşa li ser endamên xwe de...
Dema siyaset li ser tundiyê bête avakirin
Di hilbijartinan de armanc û daxwazên partiyên siyasî gelekî girînge. BDP-ê di van hilbijartinan de  platformek bi nave  Bloka  Ked, Demokrasî û Azadiyê pêkanî. Wek ...
Li Sûriyê Îna Azadiyê bi xwîn derbas bû
Doh roja Înê, Îna azadiyê, li seranserê bajarên Sûrî piştî mêja  înê xelk daketin kolanan û rejima Sûrî û kiryarên wê protesto kirn. Bersiva hêzên ...
Şivan Perwer got ne rast e
Şivan Perwer got ne rast e Hunermendê navdarê kurd Şivan Perwer duhî bi daxuyaniyekê got ku ew nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de li ser siheta wî ...