Malper | Çalakî | Şeva 22ê temûzê çiraya mala xwe vemirînin

Şeva 22ê temûzê çiraya mala xwe vemirînin

Partiyên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyê didin banga serokê girtî yê Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Seîd Kebudwend ku daxwaz kiribû 22ê pûşberê (13 temûzê) bikin roja şermezarkirina terorkirina Dr. Ebdurehman Qasimlo.
13ê temûza îsal, 22 sal bi ser terorkirina rêberê Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo re derbaz dibe ku li Viyana paytexta Austiryayê hatibû teror kirin.

Ji ber wê minasebetê serokê rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê Seîd Kebudwend ku niha li girtîgeha Ewîn ya Îranê girtiye û namzetê xelata Nobel a aştiyê ya 2011an e, dûşema borî ji girtîgehê nameyek pêşkêşî gelê kurd kir. Di nameyê de daxwaz kir ku roja terorkirina Qasimlo şermezar bikin û bi çalakiyên sivîl wê rojê bibîrbênin. Kebudwend berê peyama xwe dide rûniştvanên parêzgehên wekî; Îlam, Kirmanşah, Kurdistan, Azerbeycan, Rojava, Hemedan û Xuresana Bakûr. 

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi belavkirina çend belavokan piştgiriyê didin banga Kebudwend. Polîtborûya Partiya Demokrata Kurdistanê bi wê boneyê daxuyaniyek belav kir û dibêje:

- Partiya Demokrata Kurdistan-Îran pêşwazî û piştgiryê li vê helwesta sivîl û her di vê demê de wêrekiya birêz Mihemed Sedîq Kebudwend dike. Em piştrastîn gelê Rojhilatê Kurdistan û kurdên li her cihekê Îranê, wê 22ê pûşberê wefadariya xwe ya ji bo armancên rêberê şehîdan û bêzariya xwe li ser rejêma terorîst û terorperweriya Komara Îslamî bi awayên cûrbecûr nîşan bidin.

PDK-Î daxwazê ji gelê Rojhilatê Kurdistan dike ku ji salên berê zêdetir bi awayek hevgirtî wê rojê bîrbênin û çend daxwazan pêşkêş dike.

 1- Roja 22ê pûşberê bikin roja greva giştî. Li gel girtina dikan û bazarê, li bajar û bajarokan xwe ji çûna bo kar bi parêzin.

2- Saet 08.00ê roja çarşemê, 22ê pûşberê li gor dema Tehranê ji bo deqeyekê li her cihê ku hun lê bin, bi taybet jî di nava bajar û cihên giştî de, ronahiya otomobîlên xwe ronî bikin û li horinê bidin.

3- Roja 22ê pûşberê bi awayên cûrbecûr salvegera şehîd Dr. Qasimlo bilind bikin. Guh bidin gotinên wî, gotinên wî bi SMSan ji dost û hevalên xwe re rêkin. Herin serdana malbatên şehîdên Kurdistanê, herin ser gorên şehîdan û wefadariya xwe ya ji bo armancên wan dûbare bikin.

4- Şeva 22ê li ser 23ê pûşberê saet 22.00an li gor dema Tehranê 3 deqîqeyan ronahiya mala xwe ji bo salvegera tawana Viyana bigrin û slogana “Qasimlo, Qasimlo berdewama rêya te heye” dûbare bikin.

5- Di roja 22ê pûşberê, rojên berê û piştre li ser hest û amade bin, ji bo di dema êrişên hêzên serkutker ên bo ser dikan, mal û giyanê her hevwelatiyekê amade bin û bi awayek kom bi ser wan de herin. (Rûdaw)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Rêzefîlma Cîran Cîran beşa 5 (Video)

Rêzefîlma Cîran Cîran beşa 5 ...



Qasimlo û Talebanî û pirseke bê bersiv
Nivîskar Sat Mihemed di nivîseke xwe de ku di malpera Awêneyê de hatiye weşandin, behsa têkeliyên navbera Ebdulrehman Qasimlo û Celal Talebanî dike û dinivîse ...
Kebûdwend: Em terorîzma dewletê mehkûm dikin.
Mihemedsidîq Kebûdwend: Em terorîzma dewletî û tepeserkirina meşên medenî yên xelkê mehkûm dikin....
Li Hewlêr û Silêmaniyê dewleta Îranê hate şermezarkirin
Hewlêr - Çalakiyên şermezarkirin û nerazîbûnê li hemberî darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li Rojhilat û gelek welatên cîhanê berdewam in. Di ...
Roja zimanê kurdî bi coşek mezin pîroz bikin..
ROJA ZIMANÊ KURDÎ BI COŞEK MEZIN PÎROZ BIKINPartiyên siyasiyên rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bang li kurdistaniyan û bi taybetê bang li kurdên rojhilata Kurdistanê ...
Bila roja îdama Qazî Mihemed bibe roja şehîdên Kurdistanê
Di 66-emîn salvegera îdam kirina Qazî Mihemed de, komek ji hêzên siyasî yên kurdî dixwazin ev roj bibe roja şehîdên Kurdistanê.Di 29ê adara berî 66 ...