Malper | Çalakî | Li Stockholm seminera yadkirina Qasimlo

Li Stockholm seminera yadkirina Qasimlo

Di 22 emîn salvegera şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştî yê PDKÎ de, ji bo rêzgirtin û bibîranîna Dr. Qasimlo û hevriyên wî, Partiya Demokrat a Kurdistan Îran di roja 16.07.2011 an de, li şarê Stockholm Paytexta Swêd semînerekê amadekir. Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê gotarek pêşkêşî semînerê kir. Gotara Hevkariyê ji aliyê serokê Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî Şefik Kaya ve hate xwendin.

Ev texta gotarêye.
 
Rêzdar Partiya Demokrat a Kurdistan Îran,
Hevwelatiyên hêja,

Em wek Komîteya Hevkarî di 22emîn salvegera şehîdkirinê de siyasetmedarê navdar, rewşenbîrê mezin Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi rêz û rûmet bibîr tînin. Em xebat û têkoşîna Dr. Qasimlo ya hêja wek dewlemendiyeke mêjûyê diparîzin.

Bêguman, bi şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo neteweyê kurd siyasetmedarekî mezin û rêberekî gelê kurd yê hêja jidest da. Lê dagîrker û dîktator bi şehîdkirina Dr. Qasimlo negihîştine armanca xwe. Têkoşîna miletê kurd ji mafê çarenûsî berdewam e.

Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji gelê xwe re xebat û xizmetên giranbiha kirine. Digel vê xebata wî, di qada navnetewî de jî ew wek têkoşer û mamosteyekî demokrasiyê xwediyê cîhekî hêja ye.

Em terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo tawanekî li dijî mirovayetiyê dibînin û careke din terorkirina wî bi tundî rûreş dikin. Divê qatilên Dr. Qasimlo û yên hevriyên wî di dadgeha navnetewî de, bi tawanê li dijî mirovayetiyê bihên mahkemekirin û tawanbarkirin.

Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê dike, bangî hemû hevwelatiyên xwe dike ku ew di roja diyarkirî (22 yê Pûşperê) de, beşdarî çalakiyên rêzgirtin û bibîranîna şehîdkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo, hevriyên wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi rûmet bibîr bibin.

Rêzdaran, em bi yekîtiya neteweyê kurd, bi hevkariya hêz û rêxistinên kurdistanî û bi geşkirina têkoşîna kurdewarî dikarin giyanê şehîdên doza rewa şad bikin.

Em şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêz û rûmet bibîr tînin.
Bila giyanê wan yê pak şad be, cîhê wan behişt be!
Şehîdên azadî û demokrasiyê nemir in!
Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!

Digel rêz û silav
16.07.2011
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
 



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Serok Barzanî li konferansa pêşxistina aştiya civakî û olî (Video)

Axaftina Serok Barzanî li konferansa pêşxistina aştiya civakî û olî (Video)...



Qasimlo û Talebanî û pirseke bê bersiv
Nivîskar Sat Mihemed di nivîseke xwe de ku di malpera Awêneyê de hatiye weşandin, behsa têkeliyên navbera Ebdulrehman Qasimlo û Celal Talebanî dike û dinivîse ...
Peyama sersaxiyê
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HEZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWEDÊ Peyama sersaxiyêJi boPartiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Rêzdar malbata şehîd Nesredîn Berhik, endamê polîtbûroya ...
Gotara hevkariya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî
Gotara komiteya hevkarî ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê li Swed ji aliyê serokê Hevkariyê Şefik Kaya ve hate xwendin...
Hevkarî: Dengê xwe bidin
Daxuyaniya Komiteya Hevkarî di derbarê hilbijartinên Swedî deHevwelatiyên birêz!Di roja 19-ê Îlonê de, li Swêdê hilbijartinên gistî hene. Gelek hevwelatiyên me jî di vanhilbijartinan de ...
HEVKARÎ: Şoreşa Îlonê mezintrîn şoreşa kurd bû
Gotara Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnêneratiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê, ji aliyê serokê Hevkariyê Şefik Kaya ve hate xwendin....