Malper | Çalakî | Li Swêdê Komîteya piştgiriya Demirbaş ava bû

Li Swêdê Komîteya piştgiriya Demirbaş ava bû


Dûhî Kurd, Asurî Suryanî û Turk ji bo rewşa nexweşiya şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş li Stockholmê civiyan. Civîn li Navenda Çandî ya Asuriyan li Hallundayê pêk hat û Abdullah Demirbaş bi telefonê beşdarê civînê bû.

Di civînînê de li ser rewşa siheta Demirbaş hate axaftin û pirs wisa hate şirovekirin: Di dema girtin û hiştina di hepsê de nexweşiya wî lê giran bûbû. Niha rewşa wî girantir bûye û divê ji bo tedawiyê derkeve derveyî welêt. Lê dadgeha giran ya 4 an biryara qedexeya derketina wî ya derve daye. Divê serokomar, serokwezîr û anjî wezîrê edaletê îcazê bide ku ew derkeve derve.

Şaredar Demirbaş bi telefonê beşdarî civînê bû û spasiyên xwe gihand beşdaran, bi taybetî Suryaniyan ji bo helwesta wan ya mirovahî û biratiyê.
Di dawiya Civînê de Komîteya piştgiriya Demirbaş hate avakirin. Nivîskar Jan-Ber Sawocê, lêkolînêr Kenan Kerîmo, rojnamevan Murat Kuseyri û rojnamevan Gabar Çiyan di komîtê de cî girtin. Komîte dê pirsê bibe parlamantoya Swêdê, belediya û dezgehên din. Her wisa gav bi gav dê bihêne roja welatên Yekîtiya Ewropayê.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Rewşa nexweşiya Demirbaş dîsa giranbûye
Di vê dema ku dîsa nexweşiya şaredarê Sur a Diyarbakir lê zor kiriye serdana mêvan û serdanvanên wî jî zêde bûne. Serdan hem bi armanca ...
Azadî ji bo Abdullah Demirbaş!
Azadî ji bo Abdullah Demirbaş!Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş di dema operasyonên li dijî DTP hatibû girtin û ji dawiya sala 2009 ve, ji ber ...
Jiyana Demirbaş di xeterê de ye
Serokê Bajarvaniya Sur a navçeya Diyarbekirê, Abdullah Demirbaş di doza KCK-ê de girtîbû. Lê ji bo sedema nexweşiya wî hate berdan. Demirbaş ji bo nexweşiya ...
Azadiya Demirbaş ji prosesa aştiyê re giring e
  Banga CHAK ê ji bo Gul û Erdogan: Azadiya Demirbaş ji prosesa aştiyê re giring eDezgeha Mafê Mirovan ya li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK ...
Qedexeya li ser Abdullah Demirbaş rabû
Eve demek bå serokê bajarvaniya Sur ya navçeya Diyarbekir Abdullah Demirbaş nexweş bû. Demîrbaş bi biryara dadgehê hatibû qedexekirin ku derkeve derveyê welat.Ji bo qedexekirina ...