Malper | Çalakî | Daxaza yekirina alayê Kurdistanê tê kirin

Daxaza yekirina alayê Kurdistanê tê kirin

Grûpa Ala ya parastina alayê Kurdistanê di nameyekê de daxaz ji serokê Kurdistanê kiriye ku ji bona rêxistin û yekirina alayê Kurdistanê konferenseke kurdistanî bê saz kirin.
Çekdar Cemal berprisê ragehandina Grûpa Ala di daxuyaniyekê de diyar kir ku grûpa wan nameyak ji Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê re şandiye û daxaz jê kiriye ku ji bona yekirina alayê Kurdistanê konferenseke sertaserî ji nûnerên hemû parçeyên Kurdistanê bê sa kirin.

Çekdar Cemal ji malpera Xendanê re got:
- Me bi karekî fer dît ku konferenseke sertaserî ji hemû parçên Kurdistanêtê de başdar bin bê saz kirin, ji ber ku di gelek minasebetan de  li her çar parçeyên Kurdistanê her kes û alî bi kêfa dilê xwe alayê Kurdistanê bilind dike û nîşan dide. Em dixazin di konferenseke bi vî awayî de alayê Kurdistanê bê yekirin û li sertaserî Kurdistanê bi tenê Aleyekê yekgirtî hebe.

Berpirsê ragehandina grûpa Ala di berdewamiya axavtina xwe de got ku ew bi hêvîne ku serokatiya herêma Kurdistanê li ser pirojeyê wan razî bibe û bi bernameyekî zengîn û zanistî ji aliyê şareza û pispotên Kurdistanê  ve konferens bê saz kirin

Weke tê zanîn hema bêje li hemû derên Kurdistanê yek alayê Kurdistanê tê bilind kirin û nîşan dan, lê  mixabin PKK û yên ser bo wê ve heta noke alayê Kurdistanê qebûl nekiriye û di minasebatên xwe de blind nakin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Peyva Nêçîrvan Barzanî di merasima 24 saliya enfalan de (Video)

Roja 19ê vê mehê, li bajarê Kerkûkê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê beşdarî di merasima 24 saliya enfalan de kir û di wê merasimê de peyvek ...



Hikûmetê piştgirî da Xaneqînê: Alayê Kurdistan danakeve
Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê, daxistina alayê Kurdistanê li ser banê dezgehên hikûmî yên Xaneqînê qedexe dike, lê qaymeqamê Xaneqînê vê biryara Malikî red dike. Hikûmeta ...
Hikûmeta Îraqê alayê Kurdistanê qebûl nake
Li gor çavkaniyên rojnameye Hawelatî, hikûmeta Îraqê waliyê Diyalayê agadar kiriye ku hemû alayên Kurdistanê li ser îdare, sazî û avahiyên hikûmî bînin xwarê, ”ji ...
Mediya tirkî: Barzanî li Diyarbekirê alaya xwe çikland
Karvedana bîranîna Mistefa Barzaniyê nemir li bakurê Kurdistanê di mediyaya tirkî de: - Barzanî li Diyarbekirê alaya xwe çikland - Alaya Barzanî li asîmanê Diyarbekirê hejiya - Li ...
Bîranîna Barzanî û konfrensa ziman Tirkiye hejand
SON SAYFA Rojnamevan IrfanSonmez ji malpera SON SAYFA re dinivîse û dibêje ku,  çend roj berê li Diyarbekirê konfrenesek hat saz kirin: - hezar şahid pêwîstin ji ...
Preskonferensa serok Barzanî û Ahmet Davutoglu
Hêjayî gotinê ye ku di preskonferensa serok Barzanî û Ahmet Davutoglu wezîrê derveyê Tirkiyeyê de bi tenê alayê tikrî hebû û ev yek ji bo rojnamevanan bo cihê pirsê ka gelo çima bi tenê alayê Tirkiyeyê heye û alayê Îraqê nîne. Di vêçarçoveyê de Ahmet Davutoglu got ku tu sedemek jê re nîne eger hûn hez bikim niha em dikarn alayê îraqê deynin....