Malper | Çalakî | FKKS: Li hember êrîşên Tirkiyeyê û Îranê bêdeng nemînin

FKKS: Li hember êrîşên Tirkiyeyê û Îranê bêdeng nemînin

Li gel êrîşên artêşa Îranê yên van hefteyên dawîn li ser dewerên Kurdistana Federe, ev çend roj in artêşa Tirkiyeyê jî bi balafirên şer herêma Qendilê ya di nav sînorên Kurdistana Başûr de bi îddîaya ”şerê li dijî terorîzmê” bombebaran dikin.
Tirkiye û Iran dewla ku wekî dewlet bi riyên dialogan çareseriyên demokratîk, aştiyane û adîlane bikin, riya êrîşê tercîh dikin û sinorên welatê cîran îhlal dikin.

Em Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) van êrîşan wekî êrîşên li hember çaraseriyên demokratîk, aştiyane û adilane dibînin û bi tundî mahkûm dikin.
Kurd jî divê wek hemî gelên dinyayê bikaribin qadera xwe bi xwe tayîn bikin. Pirsa kurd pirseka siyasî ye û bi riyên siyasî divê çareser bibe. Di vê pêvajoyê de bikaranîna çek û şiddet pirsa kurd çareser nake rewş bi her awayî aloztir dike. Herweha girtina siyasetmedar, çalakvanên mafên mirovan û şaredaran jî nikare bê qebûlkirin. Divê zûtirîn wext agirbest bê îlankirin û hemû girtîyên siyasî serbest bêne berdan.

Em  ji Neteweyên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û hukûmeta Swêdê daxwaz dikin ku ew hewl bidin ev êrîş bên rawestandin û pirsa kurd û Kurdistanê li herêma Rojhilata navîn bi riyên demokratîk, aştiyane û adilane bê çareserkirin. Riya herî bi mantiq û maqûl a çareseriyê ew e ku gelê Kurd, wekî hemû gelên azad yên cîhanê, bikaribe li ser pêşeroja xwe bi îradeyeka azad bi xwe biryara xwe bide.

23.08.2011
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Konferansa rojnemevanî ya Barzanî û Davutoglu(Vîdeo)

Piştî civîna di navbera serokê Kurdistanê û wezîrê derve yê Tirkiye pêkhatî , konferansek rojnemevanî hate sazkirin....



FKKS qetlîama Robozkê mehkûm dike!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) qetlîama arteşa Tirkiye ku di 28.12.2011ê de li bajarê Şirnexê li qezeya Qileban li gundê Robozkê rû da, bi tundî ...
Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊEM KOMKUJIYA ŞÎRNEXÊ BI TUNDÎ RÛREŞ Û ŞERMEZAR DIKIN! Ji bo Raya Giştî: Mixabin, balafirên cengî yên ...
Fkks: Di referandûmê de dengê ERÊ di menfeeta kurdan de ye
Pistî darbeya leskerî ya 12 îlona 1980ê li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê bi hezaran hevwelatiyên me yên siyasî mecbûr man terka welatê xwe bikin ...
Kurd li demokrasiyê xwedî derdikevin
Parastina normên demokrasîyê erka me hemûyan e!...
Pîrozbayiya 30emîn salvegera FKKSê
Dawetname ji bo endamên kevn yên Komîteya Karger û Komîteya Giştî ya FKKSê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) 30 sal berê di gulana 1981ê de hatdamezirandin. ...