Malper | Çalakî | Li Hewlêr Tirkiye hate şermezarkirin

Li Hewlêr Tirkiye hate şermezarkirin

xwepeşandana Helêr

Li Hewlêr êrîşên Tirkiye li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina zarok û hevwelatiyên sivîl bi xweoêşandanek girsehî hate şermezar kirin.
 
Di evê xwepêşandanê de xwepêşanderan Ala kurdistanê û weneyên qurbaniyên van êrîşan bilind kirin û bi yek dengî sekinandina êrîşên Tirkiye û Îranê li li ser Kurdistanê protesto kirin û daxwaza sekinandina van êrîşan kirin.
 
Di  derbarê de  endamê Komita rêvebir ya Yekitiya Jinên Kurdistanê Mujde Saleyî, ji rojnamevanan re ragihand, ku ew demeke deverên sînorîyên herêma Kurdistanê ji alîyê Tirkiye ve tên bombebarankirin. Ew yek binpêkirina serwerîya sînorê xaka Iraqê û herêma Kurdistanê ye, di heman demê de jî ziyaneka mezin a gîyanî û darayî gihandiye hevwelatîyên ku lie wan deveran dijîn.
 
Mujde Saleyî herwiha got: Ew yek berovajîyê qanûn û prensîpên navdewletî ne û binpêkirina vekirî ya mafê mirovane û ew yek di demekê de ye, ku hukûmeta Tirkiye daxwaz ji Sûrîa dike kuştina hevwelatîyên xwe rabiwestîne. Belê di heman demê de Tuirkiye bi xwe hevwelatîyên sivîl dikuje, şehîd dike û birîndar dike û mal û vayîyên wan wêran dike.

Ji ber ewê çendê jî em wek kempêyna rêxistinên civakên sivîl ku nûneratîya 200 rêxistinên civaka sivîl dikin, bi awayekî tund êrişên Tirkiye û binpêkirinên wan şermezar dikin û daxwaz dikin, ku Tirkiye zû dest ji van binpêkirinan berde bêyî ku hêcetekî bihîne. Hukûmeta Tirkiye li hember şehîdkirin û ziyangihandin bi hevwelatîyên Kurdistanê bi fermî daxwaza lêbiorînê ji xelkê Kurdistanê bike.
 
Mujde Saleyî herwiha di dirêjîya bêjedana xwe de got, ku daxwaza wan ewe di demê hebûna her cure arîşeyeka siyasî alîyên arîşeyê dest bi guftûgoyan bikin û komîteyên dostane di navbera Iraqê û Tuirkiye de bihên sazkirin û bi ti awayekî û di her cure şert û mercekî de alîyên arîşeyê penah bo şer û kuştin û ziyangihandin bi xelkê nebin.
 
Herwisa hate ragihandin ku dê ev çelakiyên xwe bi hemî awayî berdewam bikin. Heta ku daxwaza wan bête cih anîn.
Xwepêşandana di demjimar 10:00 sibehî de ji çriyana Einkawa dest pê bû û heta berdem konsûlxaneya Tirkiye ya li bajarê hewlêrê berdewma bû.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pirsa Kurd û rewşa siyasiya Kurdistanê

Nivîskar û siyasetmedar Abit Gurses û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de buyer û rudawên girîngên Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilata Navîn û her wiha encamên serdana Serok Barzanî ya Bulgarîstanê dinirxînin....



Surî dikuje û Rusya pişgiriya Esad dike
Li surî xelk berxwe dide Amerika û dewletên Yekitiya Ewropa dixwazin Esed ji dev kar berdê,lê Rusya pişgiryê dide rejima Esad...
Daxûyaniya Parlementoya Kurdistanê
Parlemento ya heröma Kurdistanê, bi tundî û bi dijwarî, topbarankirina deverên sînorîyên herêma Kurdistanê ji alîyê hêzên supayê Îranê ve riswa û şermezar kir û di vê derbarê de, daxûyaniyek ji bo raya giştî belav kir. ...
Li Duhok Tirkiye hate protestokirin
Li bajarê Duhokê, bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina operasyonên Tirkiyê yên li ser Kurdistana Başûr xwepêşandanek darxistin. Daxwaz kirin ku Tirkiye êrîşên li ser ...
Li Helebçe polisek hat kuştin
Di xwepêşandana doh  li Helebçe de çend polîs îro yek ji polisan jiyana xwe ji dest da. Birêvebirê polîsê Helebçe efserê piledar Enwer di vê derbarê ...
Obama: Divê Esed ji dev kar berdê
Welatên Ewropayî û Amerîka daxwaz ji Beşar Esed serokê Sûrîye kirin, ku dest ji kar berde. ...