Malper | Çalakî | HEVKARÎ: Em êrîşên hovane yên mêtinkeran şermezar dikin

HEVKARÎ: Em êrîşên hovane yên mêtinkeran şermezar dikin

Em êrîşên hovane yên  mêtinkeran şermezar dikin
Her du dewletên mêtinker Tirkîye û Îran di her fersendê de bi hovane êrîşî ser Kurdistana Başûr dikin.
Rewşa sîyasî û civakî ya herêmî û cîhanî her diçe rê li ber nîrên hov û dîktatoran digire û cî li wan teng dike. Gelên bindest, nema bindestîyê bipejirînin, zordarî û mêtinkarîyê qebûlnakin. Her weha neteweya Kurd jî bi rê û rêbazên cuda têkoşîna azadîya xwe dike.

Neteweya Kurd her çend parçekirîbe jî têkoşîna wê, rewşa jîyana parçeyên wê bandorê li hev û li dewletên mêtinkar jî dike. Ji ber vê jî hebûna Kurdistana Federal, wek kelemeke di çavên mêtinkeran de ye. Her weha mêtinkar dizanin ku hebûna Kurdistana Federal bandorek hêja li ser hest û helwestên neteweya Kurd li her çar parçeyan dike. Ji ber vê ye ku mêtinkarên hov yên Tirkîye û Îran, li ser her alozîyek li hember xwe, dikin egerê êrîşkarîyê li ser Kurdistana Başûr.

Her weha di vê demajoya dawî de jî Têrkîye û Îran him ji bejayî ve bi topan û him ji hewayê ve bi firokeyan Kurdistana Federal dane ber êrîşên xwe yên hov. Her weha gelek gundîyên Kurdistanê ji ber van êrîşan hatine kuştin, xanî û malên wan wêran bûne, daristanên Kurdistanê dişewitin.
Em bawer dikin ku êrîşkarî û hovîtîya mêtinkaran, tenê dawîya wan nêziktir dike.

Em daxwaz ji raya giştî, avayî û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hember van êrîşên hov derkevin; da ku van mêtinkaran êrîşên xwe bidin rawestandin, rûmeta Kurdistanê bigirin, alozî û pirsgirêkên ku ew bixwe sebebin bi aşîtî çareser bikin.

Her weha em bang li Hukumeta Iraqa Federal jî dikin ku tundtir li hember van êrîşan derkevin; da ku van hovan rûmeta we bixwe jî bigirin.
Em bibîr tînin ku hêjî Emerîka Yekbûyî berpirsê parastina vê herêmê ye û heta niha li hember van êrîşên mêtinkaran hertim bideng maye, her weha em daxwaz ji hêzên navneteweyî û Emerîka Yekbûyî dikin ku gerek vê bêdengîyê nedomîne û rê nede van êrîşkaran! Ev ji bona rûmeta wan û bawerîya bi wan jî girîng e! 

23-08-2011

Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda
HEVKARÎ


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Dara Bîlek rewşa dawi ya Tirkiye dinirxîne

Li bernameya Nêrîna televizyona Zagros de nivîskarê malpera me Dara Bîlek rewşa dawiya Tirkiye û hevrikiya li navxwoya Tirkiye û hewldanên pirsa çareserkirina Kurd dinirxîne. ...



Hevkarî:Buyerên Silêmanîyê me xemgîndikin
Buyerên Silêmanîyê me xemgîndikinDi demajoya dîrokê de destkeftinek bi destê neteweya Kurd ketîye û li Kurdistana Başûr li ser beşeke axa Kurdistanê Dewletek Federe ya ...
Hevkarî îdamên siyasiyên kurd şermezar dike
Komîteya Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda,îdamên siyasiyöên kurd li Îranöê şermezar dike....
Ji Lozan`a 2. re na!
Bi salan e ku ji alî rayedarên dewleta tirk û medyaya tirk ku xwe wek sazî û karmendên dewleta tirk dibînin, mafê neteweya Kurd tê ...
Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊEM KOMKUJIYA ŞÎRNEXÊ BI TUNDÎ RÛREŞ Û ŞERMEZAR DIKIN! Ji bo Raya Giştî: Mixabin, balafirên cengî yên ...
Platforma makezagona dewleta federal pêwîst e
“Platforma makezagona dewleta federal pêwîst e…” Îbrahîm GUÇLU(ibrahimguclu21@gmail.com) Di 12-ê Hezîranê de hilbijartina giştî dê pêk bê. Li Tirkiyeyê çend partiyên siyasî û gelek kesên serbixwe dê ...