Malper | Çalakî | Kongreya ciwanên kurdên Surî

Kongreya ciwanên kurdên Surî

Ciwanên kurdên Surî
Kongira Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve dikeve roja xwe ya duyemîn


Bi beşdarbûna komek çalakvanên kurd ji çendîn welatên Ewropî, Kongireya Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve duh di avahiya parlementoya swêdî de dest bi karûbarên roja xwe ya yekemîn kir.

Di rûniştina vekirina kongir de jimareyek kesayetiyên kurd û swêdî amade bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin. Herweha name û peyamên piştgiriyê yên ku gihiştin kongir, hatin xwendin û binavkirin.

Tewera yekemîn ku ket ber guftogoya beşdarvanan girêdayî bûn bi çawaniya Sûriya pêşerojê û rola Kurdan tê de. Herweha cih û helwesta Kurdan beramber bi şoreşa sûrî mijareke dî ya gengeşiyê bû. Di dirêjahiya rojê de hebûna kurdî li derveyî welat hat gengeşîkirin.

Tewera duyem girêdayî bû bi awa û biwarên pêşkêşkirina alîkarî û piştgiriyê bo şoreşa sûrî.

Di roja duyemîn de dê beşdarvan li ser şêweyên birêkxistina hebûna kurdî li derve rabiwestin.



04 îlon 2011, Stockholm

 
Him Omar
Endamê komîteya ragihandina KCKSD

Telefon: 0032 486 958 485
E-mail: himomarr@gmail.com


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axaftina Barzanî ya li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêr (Video)

Axaftina Serok Barzanî ya li rêwresma vekirina Firokxaneya Navdewletiya Hewlêr (EIA)...



Medya bi kurdî dengê miriya ye
Me wek malpera Mediakurd xwest mîna raportekê ji nûçeyên rengîn di derbarê kongireya Antalya yê hevrika Sûriyê, ji gelek malperan biweşînin, me gelek malperên ku bi kurdî weşanê dikin, şopandin. Me ji du malperan pêve nûçe di derbarê kongireya Antalya de nedîtin. Ew jî ev in:...
Kongreya Niştimanî ya kurdî li Sûriyê
Yekemîn Kongreya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bi rêveberiya 10 partiyên kurd û bi beşdarbûna derdora 257 endaman...ji kesayetiyên serbixwe û nûnerên '10' partiyan û ...
Civaka sûrî piralî ye û komeke tenê nikare bibe desthilatdar
Ismaîl Hemê (1964) endamê damezirêner ê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê ye, ku di sala 1999ê de hat damezirandin. Ew ji sala 2010ê ve ...
Roja helbesta kurdî li derve - 2011
 Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî  tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, ...
Kuştina Mişeel Temo kuştina azadiyê ye!
Daxuyaniya Komelgeha Kurdên ji Sûriyê li Berlîn-Brandenburg...