Malper | Çalakî | Konferensa Qazî Mihemed li Amedê

Konferensa Qazî Mihemed li Amedê


JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE


Di 01.10.2011an roja şemiyê de li ser şehîdê nemir, serokê Komara Mehabadê Pêşawa Qazî Mihemed, Konferanseke navneteweyî tê lidarxistin.

 Konferansa ku dê li bajarê Amedê û bi beşdariyeke berfireh bête çêkirin; pêdivî bi sazî, rêxistin, komele û kesayetên ku bikaribin piştgiriyê bidin vê hewldanê heye.

Kesên ku ji çi hêlê ve dibe bila bibe, bikaribin tevkarî an jî piştgiriyê bidine vê xebatê ji kerema xwe bila bi lijneya amadekar re bikevin têkiliyê.
Hêviya me ew e ku kesayetên serdest û pisporên vê mijarê û sazî, rêxistin û dezgehên ku ji hêla belge û dokumantasyonê ve bikaribin derfetekî li pêş nasîn, nasandin û zanîna têkoşîna Pêşewayê mezin vekin, dest bavêjin vê xebatê û ji bo baştir û sûdewertir derbas bibe piştgiriyê bidinê.

Ji bo Konferansa Pêşawa bi awayekî xweş û geş derbas bibe, keda wî û hevalên wî yên têkoşînê xweştir bête zanîn û bername bi serkeftî encam bide, em gazî kesên elaqedar dikin ku destê xwe bidin destên me.

Tevkarî, hevkarî û desteka di vê Konferansê de ji bo me lijneya amadeker, gelekî girîng e.

Em li benda ehlên vî karî ne ku destê xwe dirêj bikin…


GRUBA DIYALOGÊ DİCLE FIRAT

komadiclefirat@gmail.com
muhittinbatmanli@hotmail.com

0530 695 35 50


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê (Video)

Pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê (Video)...



Konferansa Şêx Seîd
KONFERANSA BÎRANÎNA ŞEHİDÊN AZADİ YA 1925 BEŞDERVAN Mele  Silêman  KURŞUN  ( Alim ) Abdulîlah FİRAT   ( Neviyê Şêx Saîd û Parlemnterekî kevn )  Tahsîn SEVER     ( Nivîskar- Lêkolîner – ...
Bila roja îdama Qazî Mihemed bibe roja şehîdên Kurdistanê
Di 66-emîn salvegera îdam kirina Qazî Mihemed de, komek ji hêzên siyasî yên kurdî dixwazin ev roj bibe roja şehîdên Kurdistanê.Di 29ê adara berî 66 ...
Bayram Bozyel: Yekîtiya gelê Kurd dê pêşerojê biguherîne
Diyarbekir: Serokê giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û serokê koma diyalogê ya Dîcle-Firatê Muhîttîn Batmanli, diyar kirin ku di navbera kurdên Tirkiye, Iraq, Îran û ...
Banga konferansa Kurdolojiyê
"Gelî hevalan,Zanîngeha Colemêrgê ev du sal in konferansên di warê Kurdolojiyê de saz dike. Sala 2009'an, Konferansa xwe ya yekem bi navê "Konferansa Jina Kurd" ...
17'ê Rêbendan
17'ê Rêbendan Di sala 1946’an û di rojekî wekê îroyê de Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji aliyê artêşa Îranê we hatiye hilweşandin. Di nava sedsala 20 an ...